le hewlêr be letîfe

bo řefîqêkim nûsîwe ke le xarc buwe
From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  471 views
derî meyxane besrawe, diłî pîranî gîrawe
teřeb wa quř beser xoya ekat û cergî sûtawe
le qelbî şûşeda ’areq nema, yekdef’e xwênawe
suraḧî dîdeyî wa kwêr ebê bot hênde giryawe
ewende çaweřêy ton komełî mewcûdî meyxane
milî mîna şika hênd awřî lê dawe bew lawe
diłî piřye le xem pîrî muẍan, qamet xem û xembar
le pay kupey xuma, bê çare sertapay le xum nawe
be etrafî ewîşa za’îranî seḧnî meyxane
yekê şeyda û şêwawe, yekê mebhût û damawe
le tepłî ser eden, hawar eken bem cejne azade
semay safî em meyxaneye, bo řojî gîrawe?
hewênî şîrî şêranî teřeb, ey makî diłxoşî
le dûrî toye «nûrîPen name» goşegîr û mat û damawe
were em cejne tozê xem be ba deyn pêkewe tuxda
ẍerîban çî biken, ger ẍem neden nextê be dem bawe