çwardey temmûz

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  471 views
çwardey temmuz û řojanî dway ew
kes ney’ewêra bîbînê be xew
henasey sard û heniskî gîraw
legeł hawarî bêdeng têkeław
zubanî lałî pişko pya çizaw
gerûy wişkibûy, nûze lê biřaw
bebîrî kêda řa’ebûrd dwênê
gîrugiriftî hîç tya nemênê
zuban bem řenge teř û paraw bê
řiqî le dengî kip û nûsaw bê
leşî bê tawan bedem darewe
let let bû řizî kewte xwarewe
xał û xuşkezaş be telarewe
be dengî nay û ’ûd û tarewe
be wîskî û kiçî çaw xumarewe
şewan řabwêrin be qumarewe
be bîrî kêda řa’ebûrd yaran
telar bibête goř û gořistan
basî azarî nînok derkêşraw
leş helahelay dest û pê şikaw
daykî tund kiraw le bendîxane
řołe cêmawî xanewêrane
řołey bab xinkaw, dayk ḧepis û dîl
kuřûzanewey, hetîwî zelîl
be bîrî kêda řa’ebûrd dwênê
wa şe’b le xew zû řapeřênê
piryaskey şî’rî tûnd girê diraw
le tirsî geřan le kûn axniraw
bîrî azadî, witarî nûsraw
le kune mişkî qûła hełgîraw
witarî cwanî têkeław be xoł
şî’rî şarawey le çya û le çoł
bênrête derê û bixiwênrêtewe
basî řabûrdû bigêřêtewe
çwardey temmuze û cejnî hejaran
be zêř bînûsin le mêjûy cîhan
řojî azadî ’ereb û kurdan
cimhûryetî tya kira î’lan