hawarî weten

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  627 views
dwê şew le xewa dîm ke jinê muşfîq û me’sûm
hawarî ekird, min witenim maderî êwem
eyfermû be ḧuznêkewe zor ’aciz û meẍmûm
hem darî semerdarim û hem lezetî mîwem
***
ger aw bidrêm û be şefîqane bikêłrêm
pişkûtnî gopkey emelim ḧazrî ane
ew xelfenemamey, liq û pop nask pîrîm
bê awîye esbabî beharim ke xezane
***
bê lutfî û bê xizmetî êwe seraser
ewraqî emel, ẍunçey umêdî weranim
ger bêtu biken êwe mubalat be jyanim
mandû eḧesênêtewe, hem sêber û hem ber
***
ey řołe, ciger goşey afaqî emelmin
emřoye ke muḧtacî wefaw xizmetî êwem
řûnakî çawanim, dermanî sipłimin
sibḧeynê minîş ba’sî ḧuřîyetî êwem
***
awdanî min û xizmetî min, ’îlim û finûne
teḧsîlî me’arîf, semer û qîmetî jyane
qewmê ke le ’îrfan û edeb zeřřeye dûne
her muzmeḧîle axrî muḧtacî dunane