melî amal

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  759 views
le şaxsarî jyan hełfiřî melî amal
le xoyewe nefřî, berdî destî nafamê
le aşyaneyekî germ û guř leser hêlke
hełîfřand û terey kird û daye şeqqey bał
fiřî, nîştewe, řûy kirde çoł û herde û yał
hemû cîhanî lela bû be řawkerî xwêntał
hêlane waz û perêşan, zebûn û bê deretan
kej û çya egeřê, natewan û sergerdan
hêlanekey hemû řûxa be gerdelûlî xezan
mecalî hênde neda, hêlkeyekî hełbênê
benûkî cwanî denûk, awwidanî bo bênê
bikewne bałefřê û serçiłî le xem řexsan
ewane wa ebne hoy fiřînî amalî
yekêkî bê deretan û zebûn û bêdesełat
cezay emane ḧewałey zemîrî êwe ekem
ke ḧukmî bo biden, ey xwêndewaranî berzî wiłat