bulbul fîdatim

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  1189 views
bulbul fîdatim, bulbul fîdatim
ḧeyranî soz û deng û sedatim
qurbanî wirşey bałî xêratim
fîday zanyarî û mêşkî wiryatim
lew toze mêşkey xwa be toy dawe
zanyaran hemû seryan suřmawe
demêke meylî lay yaran ekem
tasey dîdenî, nazdaran ekem
bide le şeqey bałî nerim û sûk
biřo ta çemî xasey naw kerkûkLocation
le wêwe baxçey, xaneqa dyare
mêrẍuzarêkî, teř û awdare
binîşerewe, ser liqî çiłê
des kere nałe, herdem bo gułê
şimşałî gerût dênête xiroş
diłî diłdaran dehênête coş
řaspêrîm heye, gwê bigre bezeyn
biçore xizmet şêx «kake ḧuseynkuřî seyd eḧmedî xaneqa»
biłê: ey nûrî dû dîdey «nûrîPen name»
nûrî xerîke, bimrê le dûrî
’eqił û şi’ûrî wa nizûl eka
meylî hatinit bo qeytûl eka
zorim pê xoşe, wek xunçey behar
bigeşêytewe le dem cwêbar
awatexwazim, řojê hezar car
çon şemał eda le çya û nizar
be sirwe diłim fênk katewe
xemî kon û nwêm le bîr batewe
pêkewe le gwê awê danîşîn
ew be pêkenîn, min be girye û şîn
bênmewe bîrî, bezmî ew şewe
êstaş nazanim, xeyałe, xewe
ew şewe marî egrîcey marî
le hestim ała, be lence û larî
gêsûy wek marî, marî le estom
new’ê ałabû, pêm nebû biřom
way bêhoş kirdim, be badey çawî
’eqił û şi’ûrim, naye pênawî