dił

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 1 minutes  891 views
cewlangehî nîgare, şewî mahtabe dił
oxey şukir le merḧemetit kamyabe dił
lew sawe xałî dîwe leser sefḧey řuxt
daym xerîkî ders û mutałay kîtabe dił
textî şehî, muḧîbetî toye le sînema
cêyekî zor muqeddes û ’alî cenabe dił
yařebî hewrî mîḧnetî lê dûr bixeytewe
cêgey tiłû’î merḧemetî aftabe dił
wiryabe bê diłîy, diłî saḧêb diłan nekey
ahî egate ’erş, du’ay mustecabe dił
’aciz mebe, meřence xetayê eger bika
cêy řeḧme, musteḧeqî wefa û sewabe dił
bes berdî pya bimałe newek pare pare bê
wek şûşeyekî nazkî, biř înqîlabe dił
wek dîdeyî nexoşê, nexoşe le xoşîya
wek perçemî muşeweşî piř pêç û tabe dił
herçen nesîḧetî ekem û pêy ełêm bese
bakî nîye, musîbete, pyawî xerabe dił
çî bikem, qebaḧetî minî mezłûm ebê çi bê?
bê ’ar û hîç legwê negir û bê ḧîcabe dił