le dunyada eger lay to bibê îdrak û têfkirîn

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  697 views
le dunyada eger lay to bibê îdrak û têfkirîn
gemarot ger biden ’alem, hemû dił piř le buẍiz û kîn
be nafamî hemû bên û zemî ’eqił û dîrayet ken
girohî ademîzad, muḧterz bin lêt û nefret ken
be îmanêkî nalerzîdewe, bê bak û bê perwa
be nefsî xot, eger baweř bikey, asûde û bê bak
***
eger bê gwê nedeyte taneyî nabûdî bedxiwahan
le gêjawî besamî întîzara, merd û şakir bî
firîwîşt biden, tebi’it neka meylî firîwî kes
lekes dił piř nebî û neřwanîye kes, to beçawî sûk
beser hêz û heway nefis û ẍirûra bêtu qadir bî
be qîn û lutfî dunya, to neẍemgîn bît û neşadan
***
texeyîwil key, beşertê milkeçî xulya nebî zînhar
tefekur key, bełam hergîz nekey, endêşe ’adet key
se’adet, ya felaket, dû şitin bê esił û bê asar
leber çawî ḧeqîqetbînî to, em dwane yeksan bê
qisey řastit be tîrî taneyî bedxiwa le sed lawe
eger bê encin encin, let let û kerit û perêşan bê
***
wekû zincîrî pêy dêwane, wird û xaş û tarumar
bibî û meḧsułî amalit biden wek «ka» bedem bawe
teḧemmul key emane, yek be yek to sakit û bê bak
be êş û nêşî, em azare zorane nebî ẍemnak
eger bê hoy jyanit agirî têber bibê nagah
bibête taqe tozê xołemêşî wird û «ba» bîba
***
beřeẍmî em zyane, hewł û têkoşîn eger zyadkey
be ’ezmêkî subik řoḧanewe, amadeyî peykar
bibît û řû keye jînêkî însanane bê perwa
be řêkewtîy eger řêt kewte bezmî herzekaranî
le erkanî fezîlet lanedey to, yaxud beḧsî key
be pakî dûr le xudbînî, wekû fermûdeyî yezdan
***
mûsawî bê le lay to, ’eynî yek, dana û nadanî
eger bîperçinê dił, tûřeyî û řiq, wextî qîn hełsan
eger bigrî kemê to layenî aram û cidîyet
lebo teskînî ḧîddet, bêtu to nextê bikey ẍîret
bekamî toye ey řoḧî řewan, dunya, we mafîhaArabic
mubarek bê le to nawî biłindî ademî zana