şîwenî şêx meḧmûdî serok

From the Book:
Dîwanî Şêx Nûrî
By:
Shekh Nouri Shekh Salih (1896-1958)
 2 minutes  704 views
çi nûkî xencerê bû wa biřî řîşey dił û gyanim?!
çi tînî agirê bû wa becarê cergî sûtanim?!
le serçawey teqîwî diłmewe xwênawî ał û geş
benaw şeryanekana dête serçawey dû çawanim
legeł dûdî henasem têkeławî yek ebê ewsa
ebête daneyî firmêskî xwên, eřjête damanim
tumez tîrî xefet bendî cigermî wa kunawder kird
geyandûye be yektir «tanceřo» û «zełmî» dû awanim
epałêwê peřey dił nimnime xwênawî lêł û wêł
eřêjênê mûjey çaw qetre qetre eşkî giryanim
werin seyrî tebî’et ken, le hewrî ah û xwênî dił
ke çon tawêkî hêna û barîye ser mezre’ey jyanim
pejare û xem serî hênaye der bem tawe barane
werî gopkey çinarî ’eyş û noşî serçinaranim
emel nêjra lenaw xaka, elem gopke û çiroy derkird
becarê hełkiřûza sebzezarî newbeharanim
be koçî towe bû meḧbûbî ḧeq, meḧmûdî řebanî!
wekû «ẍezneLocation», beçołî mayewe şarî «sileymanîLocation»
le dway to şar û ladê bû be kulbey matem û eḧzan
weten danîştuwe bo te’zîye û bo fatîḧa xwanî
bekoçî to qełay amalî kurd binçînekey řûxa
belafawî xefet şarî emel řûy kirde wêranî
becarê mîlletî kurdî hejarit bo syapoşe
sileymanî buwete yek nimûney girdî seywanî
le hîç layekewe dengî keman û ’ûd û ney naye
becarê daxra řadyo, nemawe dengî goranî
le małan şîwene û zarî, le bazařa xefet barî
nemawe pêkenîn îlla be degmen ya be penhanî
hezaran řoḧî coşanî weten xwahanî kurdistan
leser tabûtekey westawe bo teşî’î cusmanî
beser seyarewe beydaxî řeş eşnêtewe daym
cilî řeş bote mode bo hemû xełqî sileymanî
ḧerame kirdinewey řadyo le çayxane û le małana
beẍeyrî gwê le exbar girtin û ayatî qur’anî
heta řojî çiley bem řenge bû eḧwałî em şare
le paş řojî çileş îtir nema ewza’î caranî