meger nałînî min hatote goşî

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 1 minutes  655 views
meger nałînî min hatote goşî
ke wa kirdûye terkî surx poşî?
xełatî diłberî û şoxî ke dedra
le paş yosif muzeyyen bû be doşî
beharî gułşen û ḧusin û cemałe
be suxmey sewz û doşî badenoşî
felek toş ’aşiqî wek min, ke emşew
xerîkî nałe û girye û xiroşî
mede we’zim le tobey ’îşqî, zahîd!
eger saḧîb kemał û ’eqił û hoşî
le min bedtir debî zahîd! eger toş
şeřabî destî meḧbûbey binoşî
ẍerez bo fewtî kurdîPen name bû ke fewta
îtir bo kêye naz û xofroşî?