bo firîwî ’aşiqan û cezbî dił wa mahîrî

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 1 minutes  3013 views
bo firîwî ’aşiqan û cezbî dił wa mahîrî
řenge şagirdît biken mîhter nesîm û samrî
bextî ew ustade sûtê dersî sîḧrî pê kutî
wa ke toy berdaye gişt ’alem be mekir û saḧîrî
kafrîş řeḧmê be yexsîr û zelîlî xoy deka
sawere řeḧmê be ḧałim ke egerçî kafrî
ger be xencer tîke tîkem key le ser řêm dabnêy
dest le to hełnagirim her tom le xełkî çatrî
çunke haw çeşinit le îqlîmî melaḧetda [nye]
sa wekû xusrew hemîşe lêde kûsî nadrî
herwe kû řoḧ û diłim dûrî le pêş çawim dełêy
lem diłey piř derd û mîḧnetma be daym ḧazrî
kurdîPen name lêt bê sed emanet herke emşew cum’eye
ta sibeynê qet mebe ẍafił le zîkirî qadrî