çîřokî xêwî naw mizgewt û sofî kerîmî çerçî

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 21 minutes  1148 views
sereta
aşkiraye terbyey jinanman bo minał perwerdekirdinyan zor nuqsane, behoy nexwêndewarî û hendê çîřokî hîç û pûçî řabirdû ke boman mawnetewe, boye le pêşewe ke mindał şîre xoreye lay layekey be «gurgane şewê, gurgane şewê» řadebûrî, înca ke mindałeke nextê hoşî peya kird be dêw û xêw û cinoke û şewe û şewleban xewî lê dexa, bêguman em tirs û bîme le diła demênêtewe, gewreş bê nawêrê hendê îş bika, çunke tirs ẍerîzeyekî fitrîye û lenawbirdinî pêwîstitre le perwerdekirdinî û em lenawbirdineş ebê le bêşke û koşî dayk û baweşî bawkewe des pê bika takû dekewête saḧey îşkirdin beserbexoyî. efserêkî ewrûpayî degêřêtewe dełê minał bûm legeł bawkima çûm bo deşt, seyrî dîmenî guł û gya û şax û awman ekird min leber bawkimewe řam ekird dûr ekewtimewe ehatmewe bo lay. carêkyan řam kird geyştime ser çał û şîwêk kitupiř segê lêm derpeřî, betirs û giryanewe řam kird bo lay bawkim ewîş le baweşî girtim, diłxoşîy damewe takû tirsim beserçû, êstake efserim le bombay teyare û gulley top û pelamardanî debabe tirsim nîye, bełam ke tûşî çał û şîwêk debim tirsî segekem dêtewe bîr tirsim lê denîşê. înca debê hemû dayk û bawkêk basî cinoke û dêw û xêw bebeytî xile bizanin, çunke herçende cinnî hen wekû le qur’ana nawbirawin, bełam gelê le ’ulemay îslam înkarî çawpêkewtinî cinokeyan kirduwe, kewabû bo ewey hewł biden bo pêgeyandinî minałekanyan be’azayî, em namîlkeyem pêşkeş kirdin... hîwame betałîyek le kitêbxaney kurdistan piř bikatewe.
daner
2/ 12 / 1946
sed car bisim alilhArabic lebatî yek car
bebê nawî xwa řêk nakewê kar
sed heza řeḧmet leser pêẍember
ke ew çaktire le hemû beşer
řeḧmet le esil û le mindałanî
le paşa, le bo gişt řefîqanî
řefîqekanî hemû aza bûn
mindałanîşyan gurc û wirya bûn
ême ke benaw hemû îslamîn
ebê beẍîret herwek ewan bîn
kuře metirse
kuře metirse kiçê melerze
cêy ademîzad gerdûnî berze
eger tû hete tecrube û îman
hemû gyandarê etirsê lêman
xwa em însaney boye dirust kird
ke hoşî bibê û lêkdanewey wird
dirustî nekird ke şêtî bika
dûçarî derd û ezyetî bika
kuřim metirse kiçim melerze
însan şerîfe derecey berze
basî cinoke û ẍulî byaban
qisey jinane hî pyawî nezan
daykit nefame ’eqłî nuqsane
cinoke kwanî le cê û mekane
ke bisim alilhArabicy kird leber cinoke
bizane daykit zor tirsinoke
cinin nabînrên cismêkî pakin
wek mela’îkey nîştûy eflakin
ew kesey biłê dîwme cinoke
diroznêkî zor tirsinoke
be xeyał şitî hatuwete berçaw
ełê cinokey lê bû kanî aw
walilh wibalilhArabic hîçî nedîwe
ne lew kanîye, ne lew naw şîwe
heta eẍlebî ’alîmî zor çak
ełên neydîwe seydî lewlak
şitê ke ḧeta «nebîPerson» neybînê
çon bo ême ew xoy enwênê
cibrîlPerson xeber eda be řesûl
ke qur’an lelay kêşe meqbûl
ba bîşîbînî ew pêẍembere
îşî le ’eqłî beşer bedere
kuřim metirse kiçim melerze
xot nefam meke beqsey herze
«mêrdezme» kwa bibê be bizin
qisey jinane û pyawî dirozin
qaçî le ’erde û serî le hewa
«ẍolî byaban» le kwê buwe kwa?
emane hemû minał tirsênin
melay du’anûs boman exwênin
şêxî şêt çaker, melay du’anûs
řyayî eken bo pûl û filûs
şêtî ’îllete wek giraneta
to baweř meke be qisey mela
ełêt pêy nawe le mindałyan
destyan lê weşand leser kanîyan
cin destî kwanê ta bîweşênî
cismêkî nîye ke bîpuşênî
wek mela’îken bê goşt û êsqan
bedenyan nîye be řengî însan
cinokey qijin, qijin mil barîk
ne le kanîye, ne jûrî tarîk
řołe metirse hîç le cinoke
hemû hełbestî zor tirsinoke
eger basyan kird hî mêrdezme
to pê bikene bîke be geme
cinoke çon xoy eka be mar
ya be pişîle ya xêwî naw ẍar
ewa bû be mar xoy kuta bo lat
ey sûretekey xoy çî beser hat
cînin nagořên, gořîn meḧałe
herkesê way gut qisey betałe
hîç destiweşên nîn cinokey feqîr
hemû ’ebdî xwan be zikir û tekbîr
ewey kafre destey şeytane
ewey îslame dostî xomane
kuřim metirse kiçê aza be
le serguzeştî kon tewela be
xêwî naw hode ẍolî byaban
hênde diroye nakirê beyan
diro lew ziltir basî şeweye
mindał xinkêne îşî eweye
mindał nazke; ke hate dinya
be lût etwanî henase bida
şitê ke berî henasey bigrî
şîn ebêtewe etasê û emrî
jinanîş ełên ey şewe girtî
mamanîş ełê dîm xirte xirtî
hemû becarê ebne dirozin
bexwa ne şewe xoy lêy da ne cînin
bê çira biřo metirse bo jûr
emma bê řefîq meřo bo řêy dûr
kitêb girekan melay ziban lûs
jin tefre derin bo ceřî filûs
kuře metirse lew fałgirane
kitêbî bixe naw edebxane
îşî sibeynê her xwa eyzanê
meykiře řimil cefir be nanê
dînekey ême bê ẍel û ẍeşe
ewey lêy lada bexwa řûřeşe
xêłî cinoke naçin bo kwêstan
ya bo germyan le wextî zistan
ke serma û germa nezanin çîye
em hatuçûney biłê bo çîye
řołe metirse lem qisew base
qisey kesêkî bê mêşk û kase
ke kesê witî em řoje şûme
bizane ewe qisey malume
çunke musłiman ’eqîdey pake
şeme û ye kişemey hemû la çake
çakî û xirapî raci’ be xote
be naḧeq le dest şemmer û řûte
qel eqîřênê bo pêt naxoşe
mindał epjimê bo îşt boşe
tûşî řêwî bî boç karit çake
eger kerwêşke boçî hîlake
germat tûş bê seferit başe
wa diłit xoşe ełêy yułdaşe
emane qisey pyawî nefame
baweř bemane şer’en ḧerame
řołe sił meke lem qisane
hemû be beytî xiley bizane
ser guzeştey xêwî naw mizgewt
mizgewtê ebê dûr le awayî
’îbadetxaney zatî xudayî
xełqî dê bo nwêj eçûne ewê
řayan ebward ta nîwey şewê
le tenîşt mizgewt dû hode hebû
ẍerîbe û mêwan bo xewtîy eçû
yekêkyan awa yekêkyan wêran
piř le sîsirk û qalonçe û maran
kes ney ewêra be şew tya binwê
eyan gut xêwî heye be şewê
çunke yek dû kes, tyaya mirdibû
bexêwdar hude, nawî send bû
şuhretî xêwî ew jûrey mizgewt
kewte dinyawe heybetî serkewt
pyawêkîş ebê feqîr û kesas
bê kewş û kełaş bê kewa û kiras
leber feqîrî bêzar bû le xoy
xwa nanî biřî pêẍemberîş doy
bîstibûy nawî ew jûre pîse
witî: çîme lem řîs û gurîse
min ke bê aw bim mindałim bê nan
eçme ew jûre teslîm ekem gyan
serî řêgay kird ta hate mizgewt
şew çuwe hode bo xoy tyaya xewt
le nîwe şewa şitêkî dî hat
çuwe goşeyek lêy řakşa mat
kabra kitupiř bedeste û xencer
lay dergakey girt ke neçêteder
bû benobeçî ew şewe nenûst
bizane çone xêwî bed siruşt
ke řoj buwewe, dinya řoşin bû
lêk aşkirayî dost û dujmin bû
pyawe seyrî kird segêkî bê fer
lêy řakşawe lat û leř û geř
witî ewaney şew lêre nustûn
hemû le tirsî segegeř mirdûn
wayan zanîwe ke ewe xêwe
le tirsa gyanyan çuwe le cêwe
řołe wahîme însan ekujê
wekû gyanleber xwênî emjê
meyxere diłit wahîme û xeyał
wahîme gewreş eka be mindał
řołe metirse le xêw û le dêw
ne le awayîn ne le şax û kêw
bidere qisey pêşînan serinc
dêw le kwê buwe le kwêye dirinc
tarîxî ’ecem qisey cûleke
dêw û dirnicyan kird betołeke
ełên dêw hemû wan le kêwî qaf
pêy baweř eka nefamî diłsaf
kêwî qaf ełên be dewrî erza
îḧatey dawe dêw le cêy berza
herçî minałî êsta bixiwênê
diroy wa zil! zil hîç naselmênê
xwêndewarekanî dewrî pêşû
zû tabi’ ebûn be witarî cû
eyan xiste naw kitêbî xoyan
qisey cûleke û îran toran
êsta kewa hoş kirawetewe
kes dergay diroy zil nakatewe
řołe bixiwêne
řołe metirse kuřim bixiwêne
lenaw ’alema zû xot binwêne
eger kełuřî, eger biłbasî
ke xwêndewar bûy řêy xot enasî
bełam aynî aba’u ecdad
to meyde bebad wek řencî ferhadPerson
aynî ewan bigre bixiwêne
be xwêndin karit řewneq sitêne
’adet û kirdey baw û bapîrit
ẍeybetî meke ḧełał ke şîrit
her dînêkyan bû bigre ew dîne
eme řewştî qewmî dûrbîne
mîlletî japon ke zor pêşkewtûn
le sayey ’îlim û me’rîfet dabûn
legeł em ḧałeş kewa zor berze
şwên ’adatî kon lelayan ferze
dîn û aynê kewa bûyane
têkyan nedawe her lem zemane
padşay xoyan lelayan xwaye
hendê řûy le bit, hendê le gaye
beşî zor keryan ke gaperistin
da’im xerîkî karî dirustin
xîrafatî sed hezar sałeyan
her mawetewe lay pîr û cewan
etoş bexwêndin hîç meẍrûr mebe
le dînî baw û bapîr dûr mebe
’îlimit bixiwêne dînîş řagre
dîn bekirdewey çakit le řêy nîfaqit
dîne emir eka be îtfaqit
dîne men’ eka le řêy nîfaqit
dîne emreka le şeřî dujmin
bibe beqełẍan bo pasî weten
dîne emreka beyarîdedan
legeł yektirî wextî lêqewman
gawir û cûleke û hîndî û japonya
leser aynî ewn le dinya
toş musłimanî aynî îslam
feramoş meke îtir welselam
serguzeştey xuşk û birayekî aza
kuřim bot ekem ḧîkayetî xoş
toş gwêy lê bigre û wirya be û behoş
zemanî pêşû le beynî dû kêw
dêyek kirabû wek baregay dêw
de pazde xanû xełqî têda bû
îşî gewreyan řawî de’ba bû
be çek eyan kuşt ḧeywanî kêwî
be tełe danan dełek û řêwî
be parey pêstî em ḧeywanane
řayan ebward hemû şahane
mam selîm nawê małî lewê bû
le paş kwêxake gewrey naw dê bû
tenya kuřêk û kiçêkî hebû
lew wiłateya wêneyan nebû
kuř nawî serdar kiçîş gułbehar
kuř bêçuwe şêrê kiç gułî behar
kiçî kwêxay dêş nawî xunçe bû
nazk û nazdar xawen lence bû
hemû řoj bo lay gułbehar eçû
tenya gułbehar deste xuşkî bû
ẍunçe û gułbehar be řoj û be şew
lay yektirî bûn ẍeyrî wextî xew
lem hatuçoyey xunçe û gułbehar
sewday kewteser bê çare serdar
bedawî zulfî xunçe wa gîra
nedehat hîçî tirî bebîra
tîrî mojganî birîndarî kird
be ẍem û ẍemze giriftarî kird
le ḧałî serdar xunçe bê xeber
neyzanî giřî xistuwete ciger
xunçe wek peykan çeqîbuwe diłî
ne denîştewe giryan le kułî
axîrî xunçeyş be ’îşqî serdar
bû be qumrî şeydayî serdar
basî sofî kerîmî çerçî
sofî kerîm naw ehlî germyan
bo pêste kiřîn eçû bo kwêstan
hemû sał eçuwe dêyekey naw kêwan
le małî selîm ebû be mîwan
şitî germyanî ebird be dyarî
xoy xoşewîst kird xoy kird dyarî
pîstey ekřî herzan û giran
hî řêwî û dełek hî bizin û beran
le paş çend řojê egeřayewe
bo wiłatî xoy ekşayewe
çend sał bem new’e hatuçoy ekird
binay dostî bo asman ebird
bûn be aşna selîm û sofî
sofî lew nawe hîç nema xofî
herwekû bira wabûn legeł yek
karyan řêk exist herdû bekomek
sofî kerîm xwazbênî gułbehar eka
řojê be cûte selîm û kerîm
herdû nîştibûn bê ẍa’le û bîm
řûy kirde selîm sofî bexoşî
witî ey řefîq to saḧêb hoşî
têkełî û xoşî dyarbû meḧebet
min wam pê xoşe heta qyamet
legeł yektirî bibîn bexzim
berz bînewe le cêgay nizim
kiçêkim heye zor cwan û nazdar
le diłî xoma dawme be serdar
bo kuřekey min eger gułbehar
etoş bîbexşî zor cwan ebî kar
mam selîm witî ey yarî hemdem
fikireket cwane pesnidî ekem
be şertê serdar lêm neka gile
min řezamendim bem mi’amele
lewkate serdar hate jûrewe
danîşt lelayan besrûrewe
lelay serdarîş îş aşkirabû
serdar le wez’î xoy hîç têk neçû
witî memnûnim be’îşî wa baş
xizmayetîman bê lemew paş
selîm û kerîm bibin be babim
herwek şazadey ’alî cenabim
ger etanewê îş çak řêk xirê
min wam pê xoşe bem řenge bikirê
guł behar beşî mame kerîm bê
serdarîş carê beşî selîm bê
ye’nî êstake min jin nahênim
şûşey azadî xom naşkênim
emma min řezam xuşkim guł behar
le řêy sofya bikirê nisar
leser em qewle her sê řazî bûn
ba xisos serdar diłşad û memnûn
çunke bedawî xunçe gîrabû
bebonî xunçe mest û şeyda bû
gułbeharî kird be fîday xoy
ta diłî neşkê xunçey ’etir boy
gwastinewey gułbehar
mudey sê çwar mang řoyî hawîn hat
sofî kewte xoy bo tidarekat
herçî pêwîste bo espabî bûk
çû hemûy kiřî le beẍdaLocation û kerkûkLocation
legeł çend swarê le xizmî xoyan
berew kwêstan bûn le naw germyan
řoyştin heta małî mam selîm
dabezîn lewê be qedir û te’zîm
ḧurmetyan gîra be mîwandarî
kiçyan mare kird be emrî barî
emca becarê řuwew germyan
xistyane řêga bûk û berbûkyan
beşadî û xoşî nizîk bûn lemał
zawaş lewlawe hat bo îstîqbal
bûkyan geyande naw dîw awayî
dehoł û zuřna ḧazir bo şayî
sê şew û sê řoj her hełpeřîn bû
bergî jin û pyaw sûr û řengîn bû
le paş sê řoje şayî biřawe
xełkî û dê û etraf kewte biławe
gułbehar le mał kewte îş kirdin
bû be’aẍajin bo kirde û birdin
mudetî sê sał le germyan bû
dûr le bawik û qewm û xoyşan bû
bû bexawen kuř xwa kuřî dayê
her eyut boçî kakîşim nayê
zor arezûy bû îzin wergirê
bawexûn bikirê kuřîşî berê
neşew xewî bû ne řoj aram
her eyut le kwên bawik û biram
bawexûn kirdinî gułbehar
lelay mêrdekey lelay xezûrî
gułbehar eykird şekwa le dûrî
dûrî le bawik û bira û kesukar
giřî xiste dił hîç neybû qerar
řojê xezûrî witî kiçî xom
to xot nayzanî min xemit exom
êsta hawîne wadey xermanan
destiman řayî bê le kar û firman
şerte arezût becê bihênim
be mexsudî to îş řapeřênim
îtir gułbehar be we’dey xezûr
hîway peyda kird bo diłî řencûr
ke hawîn nema xerman hełgîra
bo towî taze cûtîş bestira
şiney bay payz dinyay fênk kird
gułałe sûrey serî derhawird
gełay zerd û sûr lenaw řezana
zeynetî bexşî beser xezana
pełê payzîş herwek behare
şax û deşt û bax hemûy gułzare
be we’dey xezûr gułbehar dîsan
mał û mêrdekey xoy kird herasan
le payzîş řoyî mangêkî tewaw
şewê danîştin komełî jin û pyaw
mêrdekey witî leber meř û cût
leber têkoşîn bo îdare û qût
legeł gułbehar biçim bo sefer
çûnî min babe zerere û xeter
řenicberekeman yekcar bekare
xane zemane, tewaw hoşyare
ba her ew biçê çunke emîne
bo serma û sextî řêgay betîne
bawkîş řeza bû be qisey kuřî
hate cwab û qisekey biřî
witî zor başe bo em sefere
çunke meḧreme îşî řenicbere
kewtine řêgay gułbehar û řenicber
baranî pełe le her la barî
gułbehar înca řêk xira karî
twêşûy řêgay kird kulêre beřon
qerarî wa da ke beyan biřon
xoy û řenicberî û kuřî nazdarî
serî řêyan girt behoşyarî
řenicberîş ke kuřî egirtekul
carcar goranî carcar bołeboł
hîç meḧrem nebû ew ḧeramzade
bo xyanetî da’im amade
segî na’emîn dił pîs û mel’ûn
be sûřet însan be sîret meymûn
dê bedê hatin beswarî û bepêyan
heta kwêstan xoy derxist boyan
şewê manewe le yek awayî
ew şewe gořřa heway dinyayî
befir û bay sext şaxanî piř kird
bû beyek parçe deşt û tepe û gird
sê řoj manewe le tirsî serma
řojî çwaremîn kewtine řêga
ew řojeş řoyîn bedił û begyan
sê çwar se’atî mabû menzilyan
hewakey gořî hewrêkî hêna
ba, bû hawdemî befrî dehêna
se’atê řoyîn befir her barî
kesîre kewtin, kewtine zarî
gułbehar witî eşkewtê berdê
emin şarezam babçîn bo ewê
řenicberî mel’ûn mindałî hełgirt
gułbehar řêgay naw eşkewtî girt
be her ḧałê bû geyştine naw ẍar
desu pêy tezî û leşyan piř azar
kuřîş le baweş daykî nûstibû
ya marî ecel leşî gestibû
řenicber birsî bû witî ey xanim
kulêre û xurma le kwêye gyanim
gułbehar nan û xurmay bo dana
witî to bîxo heta twana
desî bexwardin kird ew bê dîne
demî lê bada herwek makîne
ke wirgî piř bû le xwardemenî
siřî derûnî kird be’elenî
witî ey xanim emin řisway tom
lew satey dîwmît şêt û şeyday tom
egerm teslîmim ebî lêrane
gyanî şîrînim bo to qurbane
gułbehar witî tû wîjdanit bî
yadî nî’met û aw û nanit bî
be nan û nî’met gewre kirawî
seg mebe û sipłe eger to pyawî
witî emane hîçyan nazanim
etkem befîday tîẍî debanim
xot û kuřeket yek yek ekujim
le paş kuştintan xwêntan emjim
be agirî ’îşq to minit sûtand
bo cêyekî wa tal’ toy geyand
înca gułbehar zor pařayewe
ew her betundî cwabî dayewe
perdey bê şermîy becarê diřand
pelamarî da kuřekey fiřand
xencerî kêşa zû serî biřî
serî bo hawêşt xencerî siřî
witî le paş em nobetî toye
weqtî teslîme nek hî řořoye
xanim bedłî piř le êşewe
be ’eqił û tedbîr hate pêşewe
witî ’ezîzim bo bê aramî
min zû zanîwme ke to şeydamî
minîş le diłda bûme biryanit
hezar mêrd ekem her bequrbanit
ba kuřîş nebê min her tom ewê
destit lemlan û le estom ewê
bo her kwê eçî minîş beçawan
şerte neçmewe bo małî bawan
beqsey mîçke mîçkey jinane
lekel day bezand ew seg şeytane
hatewe ser xoy mel’ûnî ẍedar
bexende witî bexwa gułbehar
eger înkarît her bikirdaye
toşim şeq ekird her lem cêgaye
çuwe pêşewe bo lay gułbehar
beşêwey ’aşiq beřengî diłdar
gułbehar destî xiste naw destî
desbazîy ekird bełam bessitî
wehay xełetan hîç neyma xeber
gułbehar le piř fiřandî xencer
merdane kêşay xencer le kałan
day leser diłî kuştî bê aman
le şax û le deşt dengî aferîn
berz ebwewe ta çerxî berîn
enca betenya û lew ẍare dabû
legeł cenazey kewtûy dû mirdû
tirsî diřinde ẍa’îley derûn
xewî lê ziřan ta řoj ebê řûn
girewkirdinî kwêxa legeł serdar
hemû şew bo nwêj ehlî cema’et
ko ebûnewe bo zikir û ta’et
le paş nwêjkirdin be dirişt û wird
le gwê kûreke xeyałyan ekird
qisey řabirdû egêřayewe
merdî û namerdî ebêjrayewe
yekêkyan hesta çuwe derewe
gurc hate jûrê hate berewe
witî şewî wa nebuwe le dinya
befir ebarê legeł kizey ba
emşew şewî kuřî azaye
şewî diřinde û wirçî saraye
emşew ba hemû lêre danîşîn
şewçere bixoyn sîẍar bikêşîn
lem xeberdane kwêxaş boy hesta
çuwe derewe le heywan westa
le paş zemanê hatewe nawyan
witî kuřîne ey herzekaran
her kes le êwe azaye beşew
bê legeł mina bika yek girew
emşew bigate eşkewtî berdê
lewê nîşaney geyştinî danê
şerte ew kuře bikem be zawam
bo cilubergîş hîç nebê de’wam
lenaw komełê kuř û herzekar
çapuk řapeřî şêrane serdar
witî şahêd bin xwênim leser xom
bo em girewe şerte min eřom
mam selîm witî řołe danîşe
cergim let meke eto bem îşe
witî babegyan ’erd û ’asman
ger leyek biden eřom el’an
řûy kirde małê kałey dapêça
xoy pêçayewe çekî le xoy da
be’eşqî xunçe dinyay behar bû
leber çawî her lalezar bû
witî ser leřêy canana danan
yekcar becêye zor sehil û asan
herçend şewî sext befir û serma bû
beşewî zifaf qerar dirabû
em diřinde bû; bo wirç û beraz
le dawênyewe řûy kirde hewraz
merdane benaw befirda serkewt
dû sed hengawî mabû bo eşkewt
gułbehar ferqî be teqey pa kird
xencerî hełgirt xoy miheyya kird
serî řenicberî biřî desbecê
witî diřinde pêwe xerîk bê
le eşkewtewe fiřêy daye xwar
nextê řawesta lew cêy serdar
ke řwanî serî biřawî taze
boy fiřê dira hat lew hewraze
hîç gwêy nedaye her tekanî da
netirsî hebû ne wiçanî da
gułbehar ke dî her dê bezşitî
destî řenicberî biřî hawîştî
serdarîş emca wekû şêrî řaw
řwanî wa boy hat destêkî biřaw
bangî kird dêwî xêwî le eşkewt
şerte be qeme bitkem let let
gułbehar dengî biray xoy nasî
bangî kird emcar zor be kesasî
kake gyan bexwa ne dêwim ne xêw
min xuşkî xotim gîrawim le kêw
serdar lem qise her waqî wiřma
neyma ẍa’îley diřinde û serma
dûbare witî şeytanî ya cin
bo nûkî xencer etkem be herzin
witî kake gyan min gułbeharim
cinin û şeytan nîm xuşkî nazdarim
bo mał ehatim wa lêm qewmawe
zû firyam kewe cergim biřawe
emcar serdarîş witî xuşkî xom
hîç tirist nebê piştîwanî tom
çuwe pêşewe merdane serdar
des lemlan bûn legeł gułbehar
le paş danîştin le îş geyştin
înca hatne ser basî řoyştin
witî xuşkî xom lay pyawî mizgewt
girewm kirduwe ke bême eşkewt
heste ba biřoyn zû bo awayî
lêrebî eşya heta dwayî
xuşkî daye pêş hat wek ejdîha
ne pirsî le kêw le befir û serma
xoy û xuşkekey çûne naw mizgewt
ehlî cema’et ke çawyan pê kewt
hemû şipirzan lem wez’e dîyan
becarê kirdyan mandû nebûnyan
le paş zemanê zanîyan hemû
ḧałî bira û xuşk karî řabirdû
kwêxa ke zanî le ḧał û eḧwał
nardî melayan derhêna le mał
kiçî mare kird le serdarî şêr
witî le dinya herwa ebê nêr
kirdyan be şayî û bezim û řeşbełek
dengî helhele geyşte felek
awazey serdar kewte dinyawe
her aferîn bû le hemû lawe
řołe metirse kiçim melerze
însanî aza ḧurmetî berze