bo govarî gelawêj

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  788 views
gelawêjim ewê wek mangî çwarde
ke şewqî řû bikate şax û herde
gelawêjim ewê wek mangî taban
ke awazey bigate ẍerb û yaban
gelawêjim ewê kanî edeb bê
le bo ehlî edeb mayey tereb bê
bibête fênkî bexşî diłî germ
leser řêgay ḧeqîqetda neka şerim
gelawêjim ewê herwek muḧamî
be quwet bê, be qîmet bê kelamî
gelawêjim ewê bo mîlletî xoy
weha nedwê ke bibřê nan legeł doy
lebo pêşkewtinî ehlî wiłatî
zerer naka bika serfî ḧeyatî
bibête baxçeyekî ’îlim û exlaq
biław ka bonî xoşî bo ser afaq
eger wabê emînim min le dwayî
ebête řehberî, tewfîfî xwayî