řojî cejin

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 2 minutes  668 views
řojî cejin etfalî wirde pûlî cejnaney ewê
heryeke lay bab û mamî řupye ya aney ewê
duxterî newřiste bo zyadîy cwanî û zînetî
wisme bo egrîce, bo pirçî xene û şaney ewê
herzekar û kuçe gerd û xwêřyanî naw geřek
hendê zuřna û hełpeřîn, hendêkî meyxaney ewê
tacîranî mu’teber bo xizmetî mîwanyan
nuqłî bembaw řaḧe û û ḧełway gezoy baney ewê
şêx «’isam aldînPersonArabic» û emsalî le derwêş û mirîd
şekker û gîsk û birinc û řonî şêxaney ewê
bo me’aşî xoy û em xełke ře’îsî małyat
defterî e’şarî taze û qeydî biznaney ewê
swarî espî xoy ebê lay nuxtekan sûřî eda
«’ebdul aẍaPersony» aşnaşim bacî baraney ewê
bêyne ser basî ře’îsî daxîlyey memleket
xel’etî xasî melîk, în’amî şahaney ewê
neslî pakî şêrî yezdan şêrî ḧeq zatî melîk
ḧezretî şêrane û asarî merdaney ewê
«zêwerPen name»yiş lem řojeda çun du’a meqbûł ebê
her dewamî řîf’etî tacî milûkaney ewê
berqerar û payedar û namdarî key xwa!!
ta felek bo zîb û zînet em sitaraney ewê