le sitayşî seyd ’elî kuřî ḧacî şêx mistefa

ey dił
From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  533 views
ey dił! were to xadîmî derbanî «’elîPerson» be
her ’aşiqî le’lî lebî xendanî «’elî» be
’umrî «xizirPersonArabic» t ger hewese takû qyamet
řojê were sed def’e bequrbanî «’elî» be
xewfit ne le tîr bê ne le xencer ne le şimşêr
mecrûḧ û cerîḧ xestey mujganî «’elî» be
bo nazîleyî qudret û bo tîrî qezayî
her leḧze muheyyabe!! beqełẍanî «’elî» be
dinya ke le řûy ew, be mesel cennete emřo
lem gułşeneda bulbulî xoşxiwanî «’elî» be
xałî meke sînet le hemû ’eşq û meḧebbet
da’îm wekû «ney» sîne piř efẍanî «’elî» be
da’îm le bedel ta’et û ewradî seḧergah
wek bulbulî naw baxçe sena xwanî «’elî» be
herçende ke perwerdey naw «sunnî» yî «zêwerPen name»
wek ehlî teşeyîwi’ befîday canî «’elî» be