cejnî řemezan

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  1009 views
cejnî řemezan hatewe eyyamî surûre
her cêge ke min seyrî ekem mecme’î nûre
layê beneway ’ûd û ney û çeng û çeẍane
bazař û der û kûçe ełêy «wadîy tûr»e
wa’îz demî besrawe wekû fundeq û badam
yar beste dehen muḧîy emwatî qubûre
zahîd serî kiz kirduwe, bazařî kesase
şahîd ẍemî derkirduwe, xoy şem’î ḧuzûre
bem şare biłêm cennete tesdîqî eken zû
layê hemû ẍîlmane, lelayê hemû ḧûre
lem cejne kewa menbe’î sed řeḧmet û lutfe
ew şoxe legeł ême be’înwan û ẍirûre
bo kuştinî min kîswetî celladî leber kird
bałay serapa ke dełêy agirî sûre
cem’îyetî xełqî hemû wek cem’î seḧîḧe
şadî le diłî ême wekû cezrî kusûre
«zêwerPen name» çîye to bîxeye ber tîrî melamet?
to şahî «suleyman»y û ew herwekû mûre