pişîley řyakar

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  302 views
be zerdexene birzu hat betaw
bedestyewe bo dewreyek piław
bedestekey tir kulêreyek bû
le herdû dîwî řûn tê hełsuwaw
bonî çêşteke û kulêre çewre
pişîley kêşa wek masî naw aw
leberdem birzu û pişîle bełek
nextê yarîy kird legeł myawe myaw
kilkî biłind kird piştî danewand
wek merayîker destî leserçaw
birzu û zîrek bû serî bo gwêy bird
witî ey řefîq sed car lêt seław
em merayîye em meḧebbete
min lêt nagirim benanî sûtaw