goranî felaḧ

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  458 views
min felaḧêkî wiłatim
eykem be ałtûn zira’atim
lenaw deşt û şax û berda
lêm gum nabê destełatim
***
le mîwekem exurê tirê
baẍim sêw û hermê egrê
tûtnîşim ta besre ebrê
her zîre lokem egrê
***
xurîy meř û řûnî manga
merez awrîşme le řenga
lem nî’mete heme êsta
nef’êkî zortan pê ega
***
beřenc û qwetî gacût
emin eyhênme destim qût
heta emnêne naw tabût
ebê xidmet bikem mizbut