goranîy nîştimanî
From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
1 minutes
854 views
e y weten! çend xoşewîstî řoḧî şîrînî minî
mezre’ey tuxmî nîşat û ba’îsî jînî minî
bêt û ger min kohken bim wesłî şîrînim bibê
tîşeyê nadem leberdit toy ke şîrînî minî
gerçî erzî, hênd biłindî wexte lay min biçye ’erş
wasîtey serbestîy û îcrayî ayînî minî
îftîxarî mîlletî, toy maderêkî mîhreban
xwa hîlalîşî beto da mah û perwînî minî
new beharan bew heway zor safewe wek cennetî
fesłî zistanîş seraser baxî nesrînî minî
boçî neqdî cîsim û canî xom beşabaşt nekem
xakî řahî ḧukmiřanî ’îziz û temkînî minî
arezûy fîkirî syaḧet nakem îtir ey weten!
to le cêgey «qahîreLocation» û «taranLocation» û «berlînLocation»y minî