kêye?

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  780 views
kêye ta ser le fezay derd û ẍema bê, mabê
ewe her kurde ke çawî le hewa bê, wabê
her, silêmanîye ’îfrîtî ḧesed swarî buwe
hudhudî xoş xeberim ger le «seba» bê, ba, bê
řastî řêgey řastit edeb û exlaqe
nemdî hergîz le kesê řûy le «keça» bê ça bê
mare bo gerdin û małit çi xumar û çi qumar
gerçî bawe, ewe pyawe, be şerabê řabê
ey wetenperwerî tenperwerî piř laf û gezaf
eserî xizmetî to çîn, be ḧîsabî sa bê
çi zemanêke? zimanî teř û parawî ewî
ẍaye û fîkirî le herkes ke mela bê, la bê
were meydanî huner ger etewê berzîy weten!
wesłî meḧbûbe bebê řenc û ’îtabî nabê