pirdî weten

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  775 views
wa tewawman kird pirdî «tegeran»
beserya biřon gelî hawseran
pirdêkî tirîş bo «qełaçwalan»
nore dête ser «sîweyl û alan»
postey şarbajêř îtir aw nayba
řencî melewan dirawe be ba
zistan û behar řêga bendan bû
me’mûrî çwarta ehlî zîndan bû
êsta wa řêyan bo kirayewe
tenha pirdêkî sîweyl mayewe
ewîş bexêrê dête kayewe
miskên załmî lê tekayewe
befrî ser «gimoLocation» wa twayewe
hejar le bêgar wa ḧesayewe
«edhem» lem deşte leber hetawe
eçewsêtewe hêzî nemawe
qey naka ba ew bisûtê xawe
bełam xizmetî her le pêş çawe
ba ew wêran bê weten awa bê
fîkirî hemûman wa çake wabê