felestîn

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 2 minutes  835 views
giryane felek çawî le eḧwałî felestîn!
buryane melek cergî le ehwalî felestîn
le’lî yemene sûr buwe şaxî hemû axo
řengîne be xwênî jin û mindałî felestîn
şellaley aw seyrî meke zore le dinya
şellaley xwên seyre lenaw małî felestîn
her kuştine, xwênřişitine, î’dame, le her la
sûtawe be bombay ’edû bałî felestîn
cejne, xenebendane le her şar û dyarê
xwênawe xeney bazin û xełxałî felestîn
laşey şuheda de’wetî îngilîze le seḧra
kirdûyetî bo weḧiş û qel û dałî felestîn
şew çatre lem ’esre ke ’esrî medenî bê
îsbatî qisem şahîde eqwalî felestîn
ey hînd û ’ereb, turk û ’ecem, kurdî musułman
çon cûleke bê ḧakmî fe’’alî felestîn
wa ehlî selîb hatewe ser qudsî mubarek
ey řuḧî selaḧ labere zîlzalî felestîn
bê řizq û îrade hemû me’îwis û perêşan
buwete řemezan ewwelî şewwalî felestîn
sehyûnî le ełmanewe dê xawenî mułke
xawen nîye bê maye û ḧemmałî felestîn
îngilîz, be ḧerb daxłî em xake nebûy to
çon řût heye xot kirduwe be cenrałî felestîn
řêy ḧeq egirin talbî ’ediln hemû îslam
bew wasîtewe řewşene îqbalî felestîn
meşhûre ke cû leşkirî de cicale, le axîr
mehdîy heye bo çarey deccalî felestîn
ger mudde’î bem qetil û qîtale diłî xoşe
gum nabê le eḧfad û le encalî felestîn