serguzeştey karbedestanî dewrî ’usmanî

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 2 minutes  681 views
basî me’mûrî dewrî ’usmanî
hemûy me’lûme lay suleymanî
nîk û bed herçî bû ewa řabûrd
şîr nema, do biřa, ke manga mird
ẍayetê bas ekem le yek me’mûr
wextî îngilîz ke tawî dabû tenûr
pyawê qerzî ebê eçête şikat
ḧeqî çend sałekî bida ke necat
enûsê qebzeyek mudîrî zeman
ke ebê bête lam fiłanî fiłan
xawenî qerz eçête ser kabra
qebzekeyşî le řûy ewa der’exa
pyawî bê çare pêy ełê: ey yar
ḧeqî to sabîte bebê înkar
nîme min ’alemê bikem řazî
zebtîye û to mudîr legeł qazî
beqeder ḧeqî to ebê dyarî
bo mudîr beg berim neka larî
pyawî çak be, řefîq be, tûbî xway
ḧeqî xot wergire meçorewe lay
mes’ele ḧelil û fesłyan kird zû
lêk tirazan be diłxoşî herdû
ke ewey bîst mudîr diłî êşa
zebtîyey nard û kabray kêşa
witî: boçî nehatî hewweł car
witî: îş ḧel kira bebê înkar
witî: to xa’înî nefam û minał
bide sed řupye û meçorewe mał
řiqî zor bû mudîr, cerîmey kird
nek cerîme, ke qîme qîmey kird
eme bû ḧałî esbeq û sabîq
xwa bika îtir wanebê laḧîq