nîşaney meḧebbet

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  763 views
nîşaney meḧebbet le kesda nemawe
heçî tûş ebî merḧebaye û siławe
meḧebbet le lêwaye ta merkezî «ḧ»y
’edawet le qelb û diłana çeqawe
çilon ketmî ’eşq bikem ey perîřû
be sengî cefa şîşeyî dił şikawe
biłêm askî naske, řaste fîkirim
sił û weḧşe, dujmin be seyyad û řawe
ser û řîşekem bû befir û keçî dił
çi mindałe bonî demî şîrî xawe
le řeẍmî zemane were ey semen bo
binîşîn benoşîn û boseyş ’elawe