xerqeyekim heye

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 5 minutes  768 views
xerqeyekim heye řefîqî sefer
mawtî xasî şarî «mançister»
xizmet û mînnetî ewend zore
nadrê şerḧî ew besed defter
baxusûs lem zemanî hîcreteda
şew lecêy lêfe, řoj lecêy bîster
carbecar mutteka û sertî mine
řakşêm ger le kêw û deşt û der
řû le meclîs bikem ’ebay şane
wextî baran û befir ebî be super
wextî nwêj řay’exem wekû bermał
mewrîdî wîrdî ḧezretî dawer
řojê lêm hate ḧîddet û şîddet
witî ey bê xeber le nefi’ û zerer
min ke bidřêm eto mu’ettel ebî
ẍafłî to le ḧałî xot yekser
çarî bermałî nwêj bike bo xot
ta xelas bim minîş le řenc û keder
witim ey yarî hemdem û canî
xot ezanî ke nîme sîm û zeř
kes bexořayî şit bekes nada
baxusûs bo ẍerîbî xane beder
witî to şa’îrî beşuhretî, xełk
wekû bîstûme pêt ełên zêwer
yek qesîde binûse bo zatê
xwastî bermał bike be nezmî durer
witim: ey xerqe konî hercayê
abřûy min ebey wekû swałker
bełkû nûsîm û mayewe bê cwab
ew ’ezabe xiraptire le seqer
min ne ehlî «tuqi’Arabic» m ne tełeb
nwêje naykem heta nekewmewe ḧezer
witî: min pêt ełêm binûsîye koy
cwabî xoş wergirî be fetiḧ û zefer
wek dełên: aẍeyanî «dêbukirî»
hemû erbabî cûd û feził û huner
ger binûsî qesîdeyê boyan
meqsedî to řewa ebê be nezer
witim: ew aẍeyane namnasin
pêm dełên sa’îlêke bê seruber
witî: aẍay «qeřałî» çonin lat
hemû dîndarin û ’îbadet wer
witim: aẍay qeřałî derwêşin
şêx şunasin legeł melan bekeder
witî: şêx le «koke» zor koke
saḧêbî mułk û mał û bizin û meř
witim: ew şêxe çunke namnasê
řenge esła nekate name nezer
witî: îlxanî ḧacîye û serdar
saḧêbî nam û şan û şewket û feř
erşedî xanedanî kurdistan
encebî ta’îfey hunerperwer
lew teleb ke meçore lay herkes
baẍî fîkirit lewane dête semer
witim: ey herzegoyî her cayî
ey ḧemaqet me’abî bê seruber
zatî wa řexiş bexşe saḧêbî xwan
«fezil» û «yeḧya» le qapî ya noker
zor lelam nenge lew teleb kem, kem
eẍłebî xware setrî bê mîster
witî: ey ḧacî babeşêx çone?
seyd û ’alim û kerîm sîyer
def’eyê bo zyaretî ke neçûm
çon binûsim bikewme bas û xeber
witî: ey aẍeyanî dewrî seqiz
saḧêbî teb’in û huner guster
małî ew taqme witim weqfe
bo ẍyas û şerîf şehd û şeker
nawî bermał lelay ewan bênim
pêm ełên: şêt buwe le hewłî xeter
witî: aya emîr «tuman» çone?
witim: ey ḧîlebazî efsûnger
dewłetî ew kiçe, kiçîş bo min
zor meḧałe ẍerîbim û bê peř
witî: zatê heye xûceste sîfat
asman paye û biłind exter
kamî her kes řewa ebê lay ew
nûrî «zenbîl» û seyd û serwer
munkîrî cah û payey şeřefî
herwekû ’ew’ewî sege beqemer
subḧî gułşen sefay fesłî behar
ya henasey nesîmî wextî seḧer
herwekû xułqî ew fereḧ bexşe
herwekû fîkirî ew ’ebîr awer
merkezî da’îrey feza’îl û cûd
le semay ’îlim û ḧîlimda mîḧwer
babî ew melce’î xewas û ’ewam
bo feqîran û bê newaye pider
kohî ḧîlim û teḧemmul û taqet
řewneqî beḧrî fezle wek gewher
xizrî řahî merdî gum geşte
sedî řêy zułim eka wek eskender
neclî pakî betûl û şêrî xuwa
zuhdî «bûbekirPerson»yiye û bewer’î «’umerPerson»
ke emanem le xerqe bîst fewren
witim: ey aferîn řefîqî sefer
hîmmetî seyde ke hatye qise
le keramata bûy be danşiwer
beşî min hîç nemayewe îlla
ke du’ay bo bikem be sozî ciger
seyîda gwê nedeyte xwahîşî ew
metłebî min dirust bike be nezer
min bebermałî xom bigem besme
hîmmetî tom ewê wekû řehber
min ne derwêşim û ne pîr û mirîd
řenge nwêjîş nekem le wextî sefer
tewsîyey tom ewê le řêgewban
bo swarîş eger bibê yek ker!?
seyd ’ebdulḧekîmî zenbîlPerson bem çend dêre cwabî mamosta zêwerî dawetewe.
ey ’ezîz û řefîqî danşiwer
nîye xoştir le şî’rî to zêwerPerson
min ke xecłet ebim le ’erzî cewab
heye ummêd le to beserfî nezer
xerqeyekit heye řefîqî şefîq
xerqe bo to wicûdî ew yekser
ew le bermałeket cigersoztir
ke le bermał du’a eka be’eser
çon negirme gwêy nesîḧetî ew
heye guftarî zêde wek gewher
xerqe herçî ełê le gwê bigre
banwêjîş nekey le wextî sefer
zuwe bo řoyînit meke te’cîl
befir zore be’ême geyîwe xeber
wextî řoyîn xeber bide xadim
keşfî řêgat bika leher kîşwer
řoḧ enêrim le bedreqey toda
lakîn însaf nîye qubûłî xeter
mu’mînan û se’îd û qoç û řeşîd
be ḧekem dabnên le ehlî huner
min selamim heye le xizmetyan
bîgeyêne be’eşqî pîr û pider
xerqekey mawte umêd waye
be sefay dił du’a bika bê şik mer