felsefe

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  783 views
çaw kiz buwe, gwê kip buwe. qed xem buwe, dan kel
bem ḧałewe xwaxwame kewa řakeme ser kel
serbestî leser berzîye, toyş way le nişêwa
qaçit şele, destit pele, bê sûd ekutî pel
her menfe’etî şexsîye guftarî besûdit
bo xwardine te’sîrî hemû agirî menceł
her kirdeyî řast, to egeyenê be meramit
nagate umêdî be qise, zor zilî tenbeł
wek mersyexwan ’eşqî ’elîy kird be behane
dem piř weten û ’eşqe diłîş cêgey munḧel
gořawe zimanim wekû tebdîle zemanim
sêwim buwe tuffaḧ û behêşim besefercel
êstê bike řaweste bira muşkîle îşt
řêga hemû gîrawe be xendeq, be tem û tel