pêncixiştekî qani’ leser şê’rî xatû xurşîdî daykî
From the Book:
Deştî Germyan
By:
Qani (1898-1965)
3 minutes
825 views
kiç ke kewte çwarde sałe, her kuřî lawî ewê
perçemî çîn çîn û lûl û egrîcey xawî ewê
pelkeyî şoř û dirêj û zułfî qirtawî ewê
hendê kiç bê tecrebe sûraw û sipyawî ewê
mêxek û ’etir û bixur û sêwî nexşawî ewê
bê ewey îşê bika, xaw û xilîçk û manuwe
bo wiłamî dak û babî, piř behane û byanuwe
dewrîyey kołanekan û ḧesḧesî ser xanuwe
bîr lewe nakatewe, sałêkî tir keybanuwe
da’îmen seyr û sefa û bezim û şew řawî ewê
qet diłî řanaçłekê bêjê lelay pyaw tał ebim
beynê tir mes’ûlî îş û terbyey mindał ebim
deste paçey naw jinan û bê beha û bê ḧał ebim
nałê min beynêkî tir, kwêxa û serokî mał ebim
ew kesaney wa serokin, ’eqłî guncawî ewê
da’îmen her hewł eda, bo tewq û guł bîda leser
derkî lê qaym bikey ca ser le kun dênête der
her xerîkî hîç û pûç û îşî bê cêge û semer
her ełê bexwa kirasî sûr nebê naykeme ber
jêr çenaxe û kirmek û gware û kilî çawî ewê
zor kiçî waman heye, aya le dê yaxud le şar
seyr ekey çen şox û şenge, cwane wek denkî henar
xawenî zanîn û bîr û kanî namûs û wîqar
hendêkîş dił mirdeye û, jîre leser her îş û kar
tif le zerq û birq ekat û şoret û nawî ewê
řoj le řoj îşkertir û, zanatir û piřxêr ebê
bo cwanîş dem bedem, her wek gułî zenwêr ebê
derbesî şû naye aya, zû ebê ya dêr ebê
her temaşay destî daykî xoy eka ta fêr ebê
paş hemû ’eqil û şi’ûrê, xizmetî pyawî ewê
hewł eda bo pyawê jîr û têgeyştû خۆێندەûار
çabuk û bê fîz û îşker, kasbêkî bê demar
dujminî qiřka be nirke, her wekû şêrî şikar
nanwařê bo kuřêkî qinc û qît û mişkî lar
pyawêkî piř hoş û bîr û xawenî nawî ewê
nanwařê bo yekêkî serserî û bê îş û kar
nayewê gencê temeł bê û des sipî bê û zar û xwar
ya xo mayl bê be areq, ya ḧeşîşe ya qumar
nayewê mêrdî geznide û pîs bê her wek kwêremar
kasbêkî gurc û goł û bê ben û bawî ewê
ey kiçim, aman bifame abřiwî xot bo ebey
bo be naḧeq xot le pêş çawî hemû gencê exey?
dewrî têkoşîne emřo, toş were têkuşe dey
seyrî xorşîdPerson ke, kiçim emca ezanî çî ekey
çon ḧeya û namusî xoy û hozî fewtawî ewê