pêncixiştekî wirya kuřî qani’ leser şî’rî bawkî

From the Book:
Şaxî Hewraman
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  448 views
xwa kwa řustemî emřo serî xwênxorî bişkênê?
xwa kwa agirêkî wa ke pyawî bed bisûtênê?
pizîkêkîş nebû carê kederdî dił bifewtênê
serim nawê ke fîzî beglerî û serdarî binwênê
demim nawê ketîkey zil zilî tenhayî biglênê
desa takey lenaw gelda diro û fîşał enwênê?
eger xayen be hozit bê bizane qablî cwênî
leber qazancî xot boçî diłî bê dest eřencênî
٭xwa ewçawe her kwêr bê keçaw boxełkî hełbênî
de řebbî keř bibê gwêyê nebîsê şînî haw xwênî
xwaya ewkesey pîse duçarî gêjî meynet bê
giriftarî xem û derd û peşêwî barî negbet bê
leřojî cejneda îşî hemû her şîn û mîḧnet bê
liçê xwênî feqîrî pê mijin ya řebbî dabřizê
zimanê bed biłê hênde bimasê xêwî xinkênê
were seyru temaşake ke her .. êk û her pestê
keher casusî bê dîn û keher bêhoş û ser mestî
ke destî bû beher corê le bedkirdarî nawestê
debesrawî kelebçey destî załim bonebê destê
ke ew deste beşî bê destełatê bigrê , biřfênê?
temaşay şîwenî min ke, exwênim her weku qumrî
bira em şîne botoye kewa bê cêge û bizrî
desa haw derdî dił! fermu legeł min,toyş bekuł bigrî
le kotî ḧakma řebbî , bimênê ta dwa ’umrî
qul wiqaçê kebo hawarî xełkî sistî binwênê
ewa gel pakî ser kewtin , becê mawîn lenaw cêda
weku bêhoş esuřêno leşaran û lenaw dêda
eme gerdûn be’êmey kiřd, dependî wa beser kêda?
were binwaře, kakim lafî xemxorî minî lêda
keçî butake yek ane sed wek min eşkênê
bira min ser zeniştî to ekem ,sa toş beher corê
bizane hozî bêdes nît, le řûy gêtî تەاû zorî
diłit pak bê legeł hawdił , sipît, sûrî, řeşî borî
nebû destê lekurdistaneda carê bexemxorî
ke piştî bê ser û pêyê be diłsozane bixurênê
ewa bem core řaburd û ledes çû ’umrî fewtawim
le bîrî yekyetî gelda, tewaw sûtaw û birjawim
ke çon hawřêm çuwe ser kel, lebin kelda becê mawim
nizamî ’alemî hênde be larî dête pêş çawim
eger sed care pîney ken, epçiřê û taze namênê
ewey diłpîsî nîştimane, xwa sa berdî lê barê
be pare û destełatî xoy, nebû carê bika karê
ezanim hîç be hîç nabê, be hîç nabîn, be hîç barê
meger destî tebî’et wergeřê û bîxate ser barê
ke řîşey ehil em ’esre, be destî cewr derbênê
deba nûkî qełem emřo binûsê û hoşî peyda ka
bixate mêşkî lawan û seraser genc şeyda ka
hezar wiryay wekû wirya, be carê şûr û ẍewẍa ka
le paşa daykî em xake, kuřêkî taze peyda ka
ewîş têkoşê wek qani’Pen name birakanî bilawênê