pêncixiştekî wirya kuřî qani’ leser şî’rî xencerî biray

From the Book:
Şaxî Hewraman
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  553 views
ba xom bê deng bim dił dête witar
derd heł’eřêjê wek hewrî behar
pêwîste biłêm, yekê le hezar
nałem le destî toye ey zordar
îtir waz bêne le destey hejar
zordar! bo nîte řêgey aşnayî?
bo nîye le diłta tirsî xwayî
eger hejarê bête awayî
diłî meşkêne leser xořayî
bes ta îware bîbere bêgar!
hey xot wekû xot eme îmane
tema bikeyte, ew ser û şane
řastim pê biłê, bebê behane
bo sûraney jin, yaxud pûşane
leser yek ane eykeyte hawar
leser hîç û pûç diłî meşkêne
bo qazancî xot ew meřencêne
bo bê destełat bexşiş binwêne
cwênî pê mede û wazî lê bêne
zorî lê meke û meybere bêgar
ba to xot nełêy eme dyare
çi le naw dêkan çi le naw şare
biçûkî toyew çarî naçare
mełê min aẍam, ewîş hejare
bo nokerî min kirdî kirdigar
biřo bipirse, lay pyawî zana
çi le mizgewta, ya le dûkana
bot der ekewê, hes le qur’ana
xwa em dunyayey be řêkî dana
destî îsti’mar toy kird be zordar
biçête seyran lem bax bo ew bax
bazeřaw bikey lem şax bo ew şax
jêr destekanit hełbikêşin ax
key başe ke to be şadî û demax
xoş řabwêrî le qesir û telar
tuxwa aẍay xom meyke be gałe
bo to fason û min kewam şałe?
řastim pê bêje eme ḧełałe
min le kelawey konî çend sałe
her binałênim beyan ta êware
hewł, têkoşîn daym teqledew
ne aramim bê, nexwardin, ne xew
hełmetê bo em, hełmetê bo ew
çon xwa heł’egê beřoj û beşew
le taw birsîyetî hîç nembê qerar
toş piław û goşt xot û mîranit
kursî û mobîle bo dîwexanit
demançe le pişt, biřnew le şanit
leser arezûy xot û xêzanit
lêden le bezmî şadî û ’ûd û tar?!
dewłemend! labe ’ereq û wîskî
legeł hejara bêre şerîkî
ta key dûrewaz? ta key terîkî?
ax řojê emdî, dinya be řêkî!
gişt wek yek ebûn, geda û paredar