ey duřî tacî serî şahanî îqlîmî cîhan

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 2 minutes  1104 views
ey duřî tacî serî şahanî îqlîmî cîhan
şemsî eflakî kemał û şem’î bezmî ’arfan
ey be nadîde, be şuhret sed wekû min ’aşiqit
wey le tawî fîrqetit ’alem hemû řencîde can
sabîqen pirsî ke dił efsurdew û sewdaserim?
ya le sermayey hewa û mîhir û şorî diłberan?
waq’en şîrîn su’alêke, biła lîkin debû
mes’ele biřwaye lay şexsêkî dana û ḧał zan
min dełêm şêwawe yekser def’î karubarî xom
saçlon pêm dekirê îtir ḧellî ’uqdey sa’îlan?
ger depirsin menził û şikił û lîbas û ta’îfey
małyan nêzîk be bendîxanewu aşî eḧan
esmere, laẍer tene, bałamyane, keç kulah
suxme sewze, meyten ałe, çaw xumar, ebro keman
’aşiq û dana û mu’eddeb, weḧşî û meẍrûr û ’ecûl
geh dełê sindan be ’aşiq, geh dełê çawim quban
zûdxîz û tund řewte, meste da’îm çaw be xew
gah bedxû û załme, geh muşfîqe û şîrîn ziman
sa le her kwê bê ke mestit kird su’alî lê bikey
řazî penhanî seraser bot deka ełbet ’eyan
řehřewt qadir bê bo î’ta û cewabî mes’elet
werne kurdîPen name natwanê ḧałî xoy bot ka ’eyan