’ezîzim min esîrî qametî newtûl nemamêkim

From the Book:
Dîwanî Kurdî
By:
Kurdi (1809-1850)
 1 minutes  541 views
’ezîzim! min esîrî qametî newtûl nemamêkim
ẍułamî zulf û egrîce û ẍułamaney ẍułamêkim
giriftarî kemendî mehweşêkim tifił û bê řeḧme
hîlakî naz û ’îşwey nîm nîgay ahû xeřamêkim
ciger xwênîn û çaw esrîn û xwên xwar û diłefgarim
xerîk û wêł û weḧşî mehweşî şîrîn kelamêkim
hemû ’umirim be zay’ çû le řêgay ’îşqida çunke
giriftar û esîrî dawî ’îşqî tifił û xamêkim
řewacî sikkeyî saḧîbqiřanî miłk û mîllet bûm
emêsta wêł û sergerdanî gerdawî ’ewamêkim
şehî îqlîmî ’îşqim, pîrî řendanî xerabatim
egerçî zahîren tifił û nezan û eble famêkim
umêdî wesił û dîdarî nema hîcrîPen name emêstake
hemîşe întizarî namew û peyk û kelamêkim