6

From the Book:
Bonname
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 14 minutes  1049 views
dû sałe baweşî piř maç û pepûley
«semîre»y yemenî, kukuxtî awarey hołenda
bo xulyay bałgirtûm fezaye.
dû sałe, baranî hawîney yemenî, lêm eda û
paytextî em leşe bon xoşem «sen’aye».
em masîye bałdare, em pişko esmere,
em goşte giřdarey beḧrî sûr, em kanîye řeştałe û
em «waḧe» řûnake
her carê baweşê be milî kwêstanma bikat û řamûsê
ewsake min qetrey twanewem, tinokî befrawim
le badî berdem û le binî fincanda.
ẍerîbî lem leşe germeda birjawe.
lem xetî îstîway naw qed û germênî memkeda
pencey min sûtawe.
semîrey yemenî, kitêbî şepolî genmiřeng
qełbezey şehwet û fenerî arezûy dagîrsaw
le jûrî belemî darîney gwê awda,
eybînim: lepêşda ḧewzêkim betał û
lenakaw piř ebim le xende.
lepêşda sêberî darêkî terîkim û
lepřîş min ebim be asoy hezaran bałinde.
eçîne ser kursîy meřmeřî baxçeyek
lay řastiman ahengî dû bûkî berxorî jałeye û
lay çepman dûçawî zîtełey mêbazî darqoxê.
berlewey danîşîn
kursîyeke bizeyek eygirê bo kiçe yemenî
bo xurmay xestewî.
leserřa «ba»yek dê û eçête qijyewe û
lewêwe ser eda le demî û îtir «ba»
dway tozê tînwêtî.
heł’esîn, le gełay qiseman hendêkî werîwe û
bo şewî tenyayîy kursîyeke cêy dêłîn.
dirêjîy caddekan, milwankey zor kurtin
le milî peyvînî diłdarda,
her tenha se’atî diłdare
se’atî xewnê bê nezanê
deqîqe û çirkekan bijmêrê.
ew tenha tîşkêke kat kun ka û
heman sat «’etard» bon bika û
şeqamê le mangida bibřêt û
«merîx»yiş le çawda hełgirê û
lêre bê û lewêş bê
eçîne naw małî awewe
keştîşe û małîşe
dû hode û řařewê le awda, kirêçî masîye û
xawenmał zeryaye. ḧewşey aw, hawsêy aw,
kołan aw, binaẍe şepole û, em małe jinêke
keskipoş ta nîwey le awda û hemîşeyş dans eka.
ke edwêm peyvînim gułunkey řistey xoy
le řûbar wer’eda. pirje pirj, wişekan diłopî
sardin û ekewne ser pêstî leşêkî nîwe řût,
nîwedax, wişekan çizeyan lêwe dê. pêş xoman
dû perdax yektirî maç eken
ziringey şewêkî şûşeyîy sûrbawyan lêwe dê.
em małe keştîye, em jûrî masîye, îstake bogwêçkey
biřrawî «van kuxî» lêwe dê. çon şepol heł’esê
bo ewey giłopî benderî deryakan bibînê, heł’esim.
leberdem dû sê řîz kitêbda ewestim. dû sê řîz le sede.
dû sê řîz le řoḧî firîşte û estêrey geřîde.
dû sê řîz le cogey xeyałî şipirze. dest ebem
hewrêkyan da’egirim, «lorkaPerson»ye, çexmaxey hewreke
řêk eyda le çawim, wek bałay «ẍirnate» sûr ebim.
hemdîsan dest ebem bo řefe. qełayek da’egirim
qełayek dîwarî le xiştî bêzarî û şûreyek le berdî
temêkî estûr û qulleyşî le şewî tenyayî, «kafkaPerson»ye û
winbûne û pirsyare û meraqî ebedî.
eçmewe ser kursîy honrawem
beramber mewalî řeş’esmer
beramber wenewşey yemenî
- bêdengî?! wadyare lay min nît?!
řast ekat lay ew nîm, lenêwan ew leşe û girdêkî
sûtawî wiłatda min bosoy dewarî koçerîm. řast
ekat lay ew nîm, lenêwan dirextî hełûjey ew leşe û
se’atî werîwî wiłatda min pencey dûdłîm. epirsim
le kwêwe heta kwê, min dezûy kiłafey em xwêney
serî xom hênawe?! le kwêwe heta kwê min řêçkey şiksitî û
min nimey deqîqe û sanyey řijawî qurbanîm. le kwêwe
heta kwê min bonî tarawgem lêwe dê û henasey tarîkîm.
ew şewe le xanûy serxoşda û
beramber qoxêkî geyîwî yemenî
meraqî ał bûm û çend qapî sermorî xeyałim hełpiçřî.
ew şewe min bonî qesîdey esmer û
min bonî haje haj, min bonî zeryam girt
hetakû beyanî.
peragendeye serî min
carêk cantay becêmawe le fiřgeda û
carêkî dî hełmî ser şûşey wagone le tirênda û
carêkî tir be dway keştîy naw zeryawe
buwe be biłqêkî kefaw.
perewazeye bonî min
min boncařî sedan mergî řengawřengim
heta lelay nîştimanim:
camanekanî nîştiman, piştênekanî nîştiman,
bonî sitranî kujrawî minyan lê dê. dîwarekanî nîştiman
bonî birsêtî û tarîkîy minyan lê dê. ke řayşimkird,
demêk xabûr bonî laşey min egrêt û demêk
befir bonî řeqbûnewey minî lê dê û
demêk henasey jendirme bonî xwênî min egrêt û
demêk keştîy bonî mergî teřubiřim û
demêk řêwbanî qaçaxçî bonî termî dest biřrawim û
demêkî tir, benderekan bonî xewnî ser aw kewtûy minyan lê dê.
lem werzeyşda bonî sinûqe fîşekî emla û ewla û
bonî kargey doşkam lê dê.
min her bonî tołe û barût û eşkewt û
xêłî çeqo û tewrim lê dê.
bonî cibbey ’usman paşaPerson û
bonî kewşî eḧmed paşaPerson û
bonî emaretman lê dê.
bonî diroman girtuwe. ême bonî pîsî hemû
em çwardewreman girtuwe
her tenha bonî xoşî xomane lêman naye.
ewey ke min bonî negirim, řûnakîye.
ewey ke min bonî negirim, beyanîye.
lem qutbeyşda bo terîkîy
berawirdim meke legeł gewałe hewrî tenyada
zû bê û direng pełe hewr be dezokanî baranda
le asowe da’ebezê bo ser zewî.
bełam min xom, her xom bo xom, asmanêkim le tenyayî.
bo namoyî berawirdim meke legeł
wakî tenyay ser zeryada
wak efřêt û zû bê û direng
yan wakî tirî hawdemî egene lay be mîwanî
yan em egate awayî.
bełam min xom, her xom bo xom, len û dûrgem
zerya destî çend dirêjkird
tořî şepolî fiřê da û ewsayş negeyşte namoyîm.
bo mirdinîş
berawirdim meke legeł şaxudaxî nîştimanda
berd qet namrê. xoł qet namrê. aw nakujrê û
ewey ke emrê her minim.
ew şeqamane emênin. beyanî genictir ebnewe û
cwantirîn qat leber eken.
ew řûbarane emênin, sibey kełegettir ebin
xoştirîn bon eden le qij.
şaxudaxîş her emênin, beyanîy cwantir ebnewe û
şedey řengîntir ebestin.
bełam efsûs, em pepûley çawaney min pya řanagen:
bew şeqamaneda pyase legeł estêreda biken.
lew řûbaraneda mele legeł çira û şî’ra biken.
be nêw ew şaxudaxeyşda, legeł hetaw, beyekewe
bextyarî û gułegenim bibexşinewe
bedaxewe min ew kate lewê nabim bonyan bikem!
menfa ełê:
tarawge zû zû pêm ełê
le şewanî em qutbeda
to ewende em darsêwe bê’oqreyîyey
cestey xotit řajenîwe
kost emendey tekanduwe
liqupelit řût bûnewe
sêwêkit pêwe nemawe ger çûytewe
legeł xotda bîbeytewe
bo mindałêkî «ḧacî ḧanLocation»
le wêstigekanî wezenda le şexteda
to ewende giryanî xotit dagîrsan
mûrûyekî tirûskayît pê nemawe
ger çûytewe legeł xotda
bîbeytewe bo çawanî karmamzêkî kanêskan.
to ke hatî awênebendî wişe bûy
qeşqołî wextî newroz bûy
le řengida ebrîskaytewe
bełam lêre hemû řojê parçeyekit
le bałay xot ekirdewe û
etdaye dest koçêkî nwê û
to êstake bałayekî le befrî řeş
letê awênet nemawe
ger çûytewe legeł xotda
bîbeytewe bo kîjêkî lay germyan.
to ke hatî kogayekî geřîde bûy
ser řefey şan û sersingit
piř bûn le şûşey bonî xoş
bełam lêre hemû řojê
«ba»yek ehat û eybird û
dengêk ehat û eybird û
to êstake kogayekî çoł û hołî û
taqe yek şûşey biçkolet pê nemawe
ger çûytewe legeł xotda bîbeytewe û
bîdey le qijî perî xanPerson!
ey lîmokey awareyî!
ewende xot metirincêne
nêwanî qutib û xemewe
nebada her twêkłeket û
hendê nawkî giryanawît
bo nîştiman bibenewe!
ey bałindekey asmanî em zimane
ewende le naw kiřêwe û bakuzîrkida memênewe
nebada her dû sê parçe
le sehołî goranît û
yan her piř be miştê terze
le wiçuç û bałefřêt
bo nîştiman bibenewe.
ey giłî wişe û giłimtikî şaxî şî’ir
ewende xot mede be dem
bay ẍeware û nenasrawî naw menfawe
nebada jan
lem deskewanî qutbeda
wird wirdit ka û
le dwayîda betenha her tûrekeyek
wirdexołit
bo nîştiman bibenewe!
zemanêke min latan nîm
zemanêke çirîkey dengim sîs buwe.
axir çî bikem, zor demêke temaşatan awim nadat.
zemanêke gułî bîstinim bê bone
axir çî bikem, pengxiwardnewey řengî řeştan
hemû řengêkî hełmijîm.
tenanet bonî nasortan
destawdestî hezar bay lawbalî û hezar
hewrî bêderbestî dinya eka û
înca egate małekem, îtir çî bikem?!
min zor dûrim, kameranî çend dûre dûr
le êwewe hênde dûrim.
min zor dûrim, aştîy çend dûre dûr
le êwewe hênde dûrim.
boye wextê min da’ekem
êwe xoştan kirdotewe
ke minîş xoş ekemewe
hemûtan da’ekenewe.
zemanêke min naw kûlekey řoḧî xom cêhêştuwe.
axir boye bonî xoşî pelkî qise û
bilazîzî řazekantan le min naye.
zemanêk bû bejin û bałay dengekan û řengekan û
bonekanim nebînîbû, şêweyanim bîr çûbowe.
zemanêke, ke min řoyştim
geřekekeman zamêkî zor biçûk bû
keçî dwênê ke dîmewe gewre bûbû gewre bûbû
bûbû be şar
min wextabû neynasmewe.
oh! guławim!
min řoyştim û çawanî xom bo cêhêştî
min pêm witî: em şewane şewî ’eqłî tarumarin
ba dû çiray zyadit labin.
min řoyştim û herdû gwêçkey bîstinî xom la cêhêştî
em şewane şewî dizî mang û xwênin
ba dû gardî zyadit la bin.
min řoyştim û zarî xomim la cêhêştî
em şewane, wek pêm witî: şewî zehir derxiward danin
ba zarêkî zyadit la bê.
min řoyştim û le dwayîda «bobêjan» û řoḧî ’etrî
herçî şî’rî qurbanîme bom cêhêştî.
wek pêm witî: em şewane şewî geřanewey bonî
lakekanî xyanete û ba le xotim bipirjênî!.
min be bê boy bejnî êwe
darçameyekî řinrawim.
min be bê boy dengî êwe
bałebanêkî şikawim!
yadî bonî şînim kirdin
lenaw xewma gułemêlaqeyek řwa.
yadî bonî sûrim kirdin
řapeřînî zam berpa bû lenaw xewma
bîrî bonî keskim kirdin
darsinewber kewte fiřîn lenaw serma
yadî bonî zerdim kirdin
nîştimane řeng zerdekem hate êre lenaw xewma!
ax nîştiman! ey ew berane kêwîyey hezar sałe
le derałî mêjûyekî ’asîda to ebařênî û cige le
abłûqey řimî dinya berdî xot teqet lê eka û
dirextî xot řawit enê û qoçekanî xot řawçîtin.
ax nîştiman! ey bêwejne bedbexte çawsewzekey
řojhełatî naweřast, şût be hemû werzekan kird.
şût be hemû řengekan kird.
şût be hemû dengekan kird.
şût be hemû bonekan kird
bełam hemû destyan biřît, bełam hemû deryankirdît.
ax nîştiman! ewey îste boy toy lê bê û le lay min bê,
her xewnêkî kiras řeşe û her şî’rêkî henye teře û,
hemû carê be payîzêkî posteçîy řeqełeda bom enêrît.
ay nîştiman! ay nîştimanî becêmaw leser xabûr
ay nîştimanî quřawî û ser xwênawî, êmey ser û mil
lêkewtûy ser caddekanî ewrûpa, êmey le pûlî berîd
çûy bekarhatû, îdî le qûtûy qupaw çûy koka
kolay fiřêdraw le henderan, her hemûman ew řojeman
baş lebîre, çon be pele le małewe toy azîzman,
toy suraḧîy kirîstałî řoḧ û çawman, le peřoy pêław siřîn û
cilî jêreweman ałan heta neşkêy, ta be saẍî
leser xabûr bitdeyne dest qaçaxçîyekan. ay nîştiman!
ay nîştimanî xełetaw be firmêskî hendê şî’ir û be swênde
hełmî manşêtî řojnamekan, ey nîştimanî sîsełe
toyş lebîrte wextê lewê le cantada dermanhênayt
le dway ewey xotit tekan legeł hewra baweşt kird
be milmanda û tozê be sermanda giryay! bełam axir ey nîştimanî
xoşbaweř! lew sateda û le gîrfanî berbaxełda ême çendîn
wiłatî xirpin xirpin û cwankîleman hełgirtibû, boye seyrîşman
nekirdî û dîsanewe her be pele legeł vîze aługořêkman
pê kirdî û ewsa îtir ey nîştimanî sîsełe wek nukteyekî
newtawî û çun meymûnêkî quřawî bo pêkenînî etaturk leser
xabûr cêmanhêştî.
«dwa goranî û sirûdî naw em bonnameye, birîtîye le kurte jînnamey wişeyekî xełkî memleketekey mem û zîn. lepêşda lejêr sayey bonkirdinî etaturkida û le dwayîda, le lûtkewe bałgirtin û le çirîkedan û hełfiřîn»
etaturk gwêy hełxistuwe
gwêy etaturk sedan sedan kîlometrî çwargoşeye.
ew bon ekat. bonî mał û bonî cil û bonî peyv û
bonî xewn û bonî hewa. kepûy hêndey çyay toros
zil û pane. wişey çya herzekarêkî bêkare, hemû
řojê demamkê heł’ebestê û cilekanî xoy egořê û
le małewe dête derê. leser kursîy çayîxaneyek da’enîşê.
wişey weřs, hîç nałêt û be tenha wird ebêtewe.
le qefez wird ebêtewe, le asman wird ebêtewe, wişey
des beser û bêdeng, her be kiřî çay berdemî têk
edat û eyxiwatewe. le řojêkda dû paket xemî bê filter
ekêşêt û nadwê û her peng exwatewe. etaturk gwêy
řagirtuwe, kepûy nawe be diłyewe. hemû řojêkîş
bawkî turk, be destî xoy, ḧerfêkî bizwên egrêt û daxî
eka û hemû řojê le pirçewe goranîyek heł’ewasê. wişey
çya nadwê û her peng exwatewe. êwareyek wişe eçêtewe
małê, leber awêneyekda ewestê: serinc eda û da’eçłekê.
serî buwe be qefezê. le de pence pêncî mawe û da’eçłekê
çawêkî buwe be şûşe. yek qaçîşî be teneke. řa’eçłekê.
demamk fiřê edat û cilî lawkêk epoşê. le agirekey
cestey «zekye» piştênêkî pan da’edřê û tund eybestê. çend
miştêkîş le genim û coy qisekanî, «beşkiçî» eka be têşû
eçêtewe ber awêne. em careyan xoy ebînê, saẍ botewe.
le xoşyanda pê’ekenê. le małewe dête derê. em careyan řû nakate
çayîxaneke û řê egořê. deştî dûkeł, girdî pengir,
kêwî mirdin, hemûy ebřê û ta egate kanî û awê. lewê
xewnî xoy ebînê buwe be espêkî sûr û swarî ebê, wişey
bałdar tenha lewê bonî sibeynê ekat û ger bişmirê leser
kursîy estêreyek gyan edat û le colaney agirêkda çaw lêk enê
ay nîştiman, ay nîştimanî becêmaw leser xabûr.
ême boy derçûyn, boy derçûyn
ême hełatîn, hełatîn,
nîştiman espê têy dabû, nîştiman twêkłe mozêkî silopî
bû. boye wextê kewtîne řê, her lewlay termînałewe
le pencerey pasekewe fiřêman da. ew daykêkî teneke bû
damane ber nûke şeq û ta enqereLocation têman hełda.
weten řîxołekwêre bû le estembûłLocation biřîman û
bo diře masîy naw «îce» tûřman hełda. nîştiman
mîwey gilar bû, nîştiman bonî kirdibû. nîştiman çêştî
tirşaw bû lûtman girt û le qeraẍî keştîyewe
řiştimane naw bisfořewe û ewîş řayda.
ême tîskey teyare bûyn.
ême boy derçûyn, boy derçûyn!.
ême tîskey vîze û tirs bûyn.
ême hełatîn, hełatîn!
ey nîştimanî sîsełe! cêmanhêştî!
- helaw, helaw, helaw
- to nîştimanî sîsełey?! tuxwa xotî?!
erê mawî?!!
ême boy derçûyn, boy derçûyn
ême hełatîn, hełatîn
hełatîn!