ḧefta û dû qełbezey kujraw!

From the Book:
Çirakanî Ser Hellemût
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 6 minutes  839 views

emşew dway nûstinî êware le derałî tarîkîda

dway nûstinî pêdeşt le pêxefî pûşwî payîzêkî mandûda

dway nûstinî «asos» û kêwe řeş le qûłayîy

dîrokêkî ser be taray le gułî henar çûy, em devereda.

betenya eçme derê bo ewey ḧefta û dû

çiray şî’ir dagîrsênim û her çirayek ekem

be liqî birînêkewe û lejêr her liqêkîşda

sûretêk le ewînî xak û

sirûdêk le baran û pişkoy têkeł û

pexşanêk le cirîwe û dûkełî têkeł û

’eşq û qurbanî bo daruberd exwênmewe!.

emşew dway nûstinî hemûtan

betenya eçme derê û ḧefta û dû kotrî serbałsûrî,

çaw le kûjeke çûy, lenaw řoḧma hełkurmaw

berełła ekem, dway ewey çend tûłê

le qefezey em singeyan bo etrazênim

ta berz berz bisûtên û bedem gimegmî

zayełeyekî şeqjin giřtêberbûy yaranewe

xoyan biken, be ḧefta û dû kune xewnî ew kêwaneda

xoyan biken, be ḧefta û dû małî azadîda.

xoyan biken, be hêlaney lankey ḧefta û dû

zařołey tazezawî em mełbendeda û bo ewey

leser şanî ḧefta û dû goranîman binîşnewe.

ḧefta û dû carîş be dewrî meşxełanekey cestey

em wiłate řapeřîweda, bisûřênewe.

be dewrî şî’ra xul bixon.

be dewrî xema xul bixon.

bîken be zemawendî hełałe

ba sing biden le zîwî řijawî mangeşewî řanye

denûk biden le şûşey řeşî diłî bêwejnan û

lamlîş hełsûn le çiłî werîwî lamlî daykan û

lew serîş ke hatnewe legeł xoyanda

ḧefta û dû qesîdey zeytûnîm bo bihênnewe!.

emşew betenya çun kewêkî serhełgirtû

eçme derê bo ewey le berayîy řûnakîyekî

ḧefta û dû çukłeyîda

leser şanoy hewrêkî nizmî erxewanî

leberdem gułebaxî maykirofonêkî sûr sûrda

ke ḧefta û dû pepûley qirimzîy têy ałabin

leberçawî ḧefta û dû qurbanîy xorinşîn

leberdem ḧefta û dû kełekêwîy biłêsepoşda

ḧefta û dû şî’rî giřgirtû exwênmewe

ḧefta û dû gułdanî piř le piřşingyan leserda qiłp ekemewe

ḧefta û dû carîş legeł ḧefta û dû sinewberda

boyan enûştêynewe

be ḧefta û dû zarî em lûtkaneyş

maçyan ekeyn!.

* * *

řîzyan bestuwe, çirawgekan řê eken û řîzyan bestuwe

cogele narincîyekan, estêre keskekan řîzyan bestuwe û

wa hemûyan benaw gyanî êmeda řet ebin.

em qafłey ’eşqe, em řêçkey kazîwane û

em karwanî birûskane

her yeke û gułehetawêkyan dawe le berokî xoyan

her yeke û wêney małêkî řanye û kołanêkî qeładzê û

mêrgêkî bêtwateyan kirdote milyan.

wa hemûyan benaw řoḧî êmeda řet ebin.

ziryan nawekanyan leser taşeberd heł’ekenê û

baran baweşyan pya eka û

kejekan boyan ebin be kejawe û

deryaçekan awyan bepîrewe eben û

mindałanîş be serumlî em ḧefta û dû tîşkeda

heł’eznên û yarî legeł dest û pencey efsûnawîy

ewanda eken û hemuwîşyan benaw řoḧî êmeda řet ebin!

* * *

xo her ême yadî em şepole kujrawane nakeynewe,

legeł êmeda kenarekanî zê û tavgekanîş yadyan ekenewe.

xo her ême yadî em ḧîle û kuřjine cwanemergane nakeynewe,

legeł êmeda espî berd û cwanûy

kizebakanîş yadyan ekenewe.

xo her ême yadgaryan nagrîne çwarçêwey řojekanman,

legeł êmeda tîşkîş eyangirête dwařoj û

legeł êmeda ’aşiqanîş eyanken be cirîwey xewnekanyan

jinan eyanken be řistebaznî dest û

mindałan eyanken be towî hewr û

cûtyaran eyanken be towî genim û

xwêndikaran eyanken be qełemî řengawreng û

hunermendan eyanken be qełbezey řeng û

şa’îranîş be řêjney wişe!

* * *

emşew betenya eçme derê û wextê hemû şitê binwê

her xom û ḧefta û dû henasey kwêstanî hełqirçawim,

her xom û ḧefta û dû giřey germyanî oqre lê biřawim

min her emşew le asoy em zamaneda

be giře řistem ekem be hełm û ebme haław

be henase sardekanîş ebme kilûy befrêkî kiřumat û

ewsa beser ḧefta û dû kiłpey gułebeřojey çîrokêkda û

beser ḧefta û dû şanoy gułecoda û

beser ḧefta û dû tabloy pêşangayekî koçerda

ebarêm û lenaw mêjûyekî sipîda

minî şa’îr

wek pepûle û wek nêrgiz û gułepemû

wekû çawî sawakanî em devere

bo xom enûm!.

* * *

êwe biřonewe bo nêw jûrekanî xotan!

çaw bibřinewe yadgar û êware temawîyekan

ḧefta û dû gewałe hewrîş biken be serîn ta enûn.

min emşew betenya lem nawçe sîḧrawîyeda

ebme bařêze û tełan tełan esûřêmewe.

ebme pepûle payîze û firmêsk firmêsk esûřêmewe.

ebme çirîke û gerû gerû esûřêmewe

min emewê emşew betenya

ser le laney ḧefta û dû mamzî befrînî em pêdeşte bidem.

ser le hewarî ḧefta û dû bazî yaqûtînî em çyayane

bidem û êwe biřonewe bo nêw jûrekanî xotan!.

min emewê emşew leber çirakanî xwênî

em ḧefta û dû hełoyeda, şî’rêk binûsim

le ḧefta û dû lawe şewq bidatewe

ḧefta û dû dêř bê û ḧefta û dû liqupopî sitranî lê bûbêtewe.

ḧefta û dû cûte çawî keskî pêwe bê

şî’rêk çun bejnî ewan û ḧeyranî ewan bîrneçêtewe

le asosda bibê be tawêre berd û

le kêweřeşda bibê be bergilêye û

le derbenda bibê be nexşî sûr û

lenaw xełka bibê be nan û be awêney ewîn û

dûr û nizîk bibrîskêtewe.

min emşew lem gořistane řûnakeda

gwê le ḧefta û dû şimşałî şehîd egirim.

le dwayîşda bo sibey şew

egeřêmewe nawtan û be dirêjî wekû sîrwan

be dirêjî wekû enfal

haje be hajey zamyan û

tinok tinokî çawyan û

lerelerey henaseyan egêřmewe.

êwe biřonewe małê û legeł payîz

serken be diłî yektirda,

minîş eçim bo lay yaranî řapeřîn û

bo lay ’aşiqanî berd û

nîştimanî şî’rekanim!.