lanekan yek egirnewe

From the Book:
Çirakanî Ser Hellemût
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 5 minutes  1016 views

yek serçawe û řûbarêk û çendîn coge

kêwêk û derbendêk û çendîn řewez

asmanêk û asoyek û çendîn bałindey řengawřeng

zemînêk û baxçeyek û çendîn perjîn

cogekan eřjênewe řûbareke

řewezekan dest edenewe dest derbend û

melekan heryek aso ekenewe be hêlane û

perjînekan xoyan, xoyan la’eden û eçne naw baxçeke

hemû gułekan xoyan

ekenewe be yek çepik û

eçnewe naw gułdane gewreke

hemû zengekan ebnewe be yek zeng

bo yek sirûdî xoşewîstî

bo yek karwanî azadî

hemû tawłe dabřawekan

eçnewe naw yek hobey dîmukiratî

gerwekanman ebnewe be yek gerû

be şimşałêk û be bałebanêk û

bo azadîman exwênin

eme cejnî zame here quł û here mandû

û here sûrekanî kurdistane

eme cejnî yekbûnî ew darbeřuwaneye ke

řegekanyan be piştî mêjûyekî berdełanda çote xwarewe û

le dozexda seryan hełda

îmřo cejnî ew małe sewzeye

- ke ber le ḧevde sał û le tarîkistanî dway nuşustîda

ew wextey momêk nebû

eman milî xoyan kird, be yekem mom

ew wextey taqe espêk nebû

taqe swarêk nebû

taqe dengêk nebû

eman wireyan kird be yekem esp û

baweřyan kird be yekem swarî awzengî evîn û

dengîşyan kird be yekem ziryan.

eme ahengî ew małe xwênawîyeye.

ke dwabedway awî řeşî nuşustî û

hełdêranî mêjûyek

yekemîn çiray xwênyan hełkird,

yekemîn sêdareyan xiste giryan û

le «qendîl»y bestełek û dîrokî sehołbendanda

řiskan û bûn be yekem

estêrey naw befir û

yekem tirûskey şořşî nwê.

bûn be yekem çexmaxey destiřêjî

ew heło sûraney le paytextî ejdîhada

bo yekem car mêrdezmey tirsî be’sîyanyan

kuşt û bo yekem car

gułî xwênî xoyan da le berokî şarekanî

silêmanîLocation û kerkûkLocation û hewlêrLocation û

ziney hîwayan le gyanî wişkibûy

em xełkeda hełqułanewe û

bûn be qîblenma.

le bîrtan bê, bałay berzî îmřo

be bałay berzî dwênêwe bałaye û

ałaye û paşeřoj.

le bîrtan bê zemawendî emřo

le kam dozexî azarî dwênêmanewe tawî senduwe

eme ahengî ew małe sewzeye

ke nîwey kuřekanyan êstake le girdî şehîdan û

le seywanekanî sertaserî em xakewe,

wek gułebeřoje řwawin, lêren û

temaşaman eken!

eme ahengî şehabPerson û mameřîşeyePerson

ahengî ’elîy hejar û kardo gełalêye

eme cejnî yekgirtinewey qenarekanman û

meterêzekanman û qełemekanman û

yekgirtinewey ’areqî řencî be zenguł zengołî

sałanî dûkeł û sałanî enfal û

sałanî guł û xołemêşmane

eme zemawendî ew pêşmerganeye,

ke bo yekem car serdeqşikên û mergibezênî naw

memleketî řeşî be’is bûn.

bo yekem car be dirêjayî çendîn sede,

xoyan kird be diłî kerkûkLocationda û

ber le hemuwan tewêłî xaneqînLocation û dûz û

baweşaswaryan maç kirduwe, boye emcarîş

şaxî «ḧemrînLocation»yan

be xwênî çendîn hełoy wek ḧemeřeş

le azadîy mare kird

ledway hemuwanîşewe basî xoyan kird!

eme ahengî azad hewramî û arame.

eme cejnî îbrahîm ’ezoye.

eme kernevałî hemû dwa awatekanî xwênî şar û

xwênî şaxyane,

lew xwêney le pêşbiřkêy azadîda,

le pêşbiřkêy bezandinî sêdareda,

le pêşbiřkêy bezandinî zîndanekanda,

le pêşbiřkêy qełemî netirs û wişey řapeřîwda

serdestey xwênekanî tir bûn û

le řîzî yekemî hełwerînda bûn bo geşanewey

em řoje.

eme ew şayîye řengîneye,

ew mizgênîye sipîyeye,

ew zemawende gewreyeye

ke zortirîn jimarey şehîdanman destyan tya girtuwe û

legełmanda heł’epeřn û

legełmanda goranî bo azadî û

dîmukiratî û yekêtî û tebayîman ełên

eger ew zamane geşawetrîn zam nebûn, bonyan meken!

eger awênekanî dwênêy qendîlLocation û dwênêy kerkûkLocation û

dwênêy daban û dwênêy ketû, sefînLocation û şeqławeLocation û serî řeş

bêgerditrîn awêne nebûn, byanişkênin.

leser em şanoy dîmukiratîye

bałaman bałay pîremegrûnLocatione.

ême piř be dengî ḧeqîqetî xwên û ḧeqîqetî fîkir û

ḧeqîqetî mêjûman qise ekeyn,

azadîy mezne,

bełam be yekbûnewe meznitire.

kurdistan xoşewîste

bełam be yekêtîyewe xoşewîstitre.

em řûbare bexuře û behaje û bebřişiteyş

be têkeławbûnî ew coge řûn û pakanewe

bexuřtir û behajetir û bebiřiştitre.

lanekan yek egirnewe.

dîwarekanî lêk dabřan heres dênin.

tifengekan eçnewe yek meşceb û

qełemekan eçnewe yek çapxane û

çirakan le yek řêgeda ko ebnewe û

pełe hewrekan, hewre sipîyekan

eçnewe naw yek asman û

îtir ebîne baranêk, ke sertapay em wiłate

ekeyn be gułcařî xoşewîstî û tebayî û

be nîştimanî aştî û dîmukiratî.