’ebdułła cewher qełemêkî řengîn û gomêkî meng

From the Book:
Çirakanî Ser Hellemût
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 9 minutes  907 views

ke hatîn bo lat demew êwareyekî direng bû, toş le êwarey jyanda bûy. dwa zerdepeřî xorinşînêkî kałî xemawî le şûşey pencerekewe be kizî xoy ekird bem dîwda û be hêwaşî eçuwe ser kilûy qije sipîyeket. befrî ber mangeşewî hawînanî bê sirpe û çirpey mile berzekanî em wiłateyan hênayewe pêş çawî xeyałim. temî seruxwargirtûy asoy pêş engore, pêş awabûnî yekcarî, çon le damênî teřî çemekanewe dewarî xołemêşî xoy heł’eda û berew lapałekan heł’ekşêt, temêkî awa, le çenage piçûkeket û demuçawe wird û êskisûkeket nîştibû. ke êmet dî zerdexeneyekî hełwerîw, wek zerdexeney tał û be nasorî dirextêkî řûtî payîzey nêw xezan, wek bizey gopkeyekî dařniraw, kewte ser beybûnî wişkî lêwekanit. bo satewextê her ewendey çaw tirûkanê kemtir le wextî beyekdadanî bałî nermî pepûleyek, kemtirîş le pilî lêdanî diłî çolekeyek geşaytewe û îtir lepřêkda çon fûyek le giřî kizkirawî çiraye ekirêt, awehaş zerdexeneket kujayewe!.

leser pişt řakşabûyt, jûreket bonî mirdinî lê ehat, ew çawe piçûkaney ke ta dwênê bû lejêr dû biroy tenkewe wek dû agirdan pirîşkî ziringî û hoşyaryan lê ebowe wa êsta pişkoy gilêneyan damirdotewe. dû awêney temgirtûy şewq lê biřawin û dû gułeḧacîley sîs.

leser pişt řakşabûyt, le liqedarêkî zamdarî dway biřînewe eçûyt. nîgay lêłupêłit le şwênêkî nadyare û çeqyan lewêda bestuwe. le merg wird ebûytewe. xot dabû bedem dwa şepolî serewngûm bûnêkewe ke dozînewey ledwa nebê, etzanî le anusatdaye gêjenî merg berew bin řapêçit bikat. etzanî wirde wirde lêt nizîk ebêtewe û ledwayîşda etgirête baweşî ebedîy xoy!.

leser pişt řakşabûyt, hawarêkî bêdeng bûyt, eweta demî gwêzanî azarêkî tîj nawiskit encin’encin ekat. birînekan şeqarin û wirde şûşeyan têkirawe. bełam bêdeng emirdî. le mirdin ne’epařaytewe, zorit le zamekanit ekird û demyanit ebest. bo ewey nezrîkênin û wire berneden. lew seremergeşda her bêdengî û hêmnî û aramît xoş ewîst. azarî beswêy cergibřit lejêr lêw kiroştinêkî qaymda dabîn ekird, mirdinî şêneyît heł’ebjard, to be dirêjayîy temen her şemałêkî şêneyî bûyt, her gomêkî qûł û meng û řegêkî cîř bûyt. to gułehêroyekî serilq sipî bûyt û berz etřiwanî, le dirextêkî tenyay serpeřgirtûy terîk eçûyt, sêberêkî kiřit hebû, bełam hemû kes ne’egeyşte lat. le nehênîy çiřupiřit ne’egeyştin le dewruberî piř le řya û řyakarîy manêkî taybetît girtibû. diłit askêkî sirk bû, ne’egîra. siruştî taybetît espêkî kêwî bû, řaw ne’ekira. to nwêjêkî taybetît bo xoşewîstîy kurdistan ekird û le nwêjî cigersozanî tir ne’eçû. awêney xot hebû le awêney hîç kesêkda temaşay xot ne’ekird. gyanit pepûleyekî bałnexşîn bû, hemû řojê be sêber û hetawî em şareda be hêwrî efřî û be hêwrîş enîştewe. temenî to hemûy «espayî» bû wek hemû espayîye cwanekanî naw siruşt. demudût, hatuçot, gwêgirtinit, xwêndinewet, nûsînit, tenanet hawarî bêzarîşt her espayî bû. to lem serdeme ałozeda gyanî firîşteyt le amêz girtibû.

leser pişt řakşabûyt, ne hawserêk hebû ser binê be befrî qijtewe, ne cigergoşeyek serî bawkêtî binê be diłyewe. to û tenyayî hawřêy gyanî begyanî bûn, hemîşe qołtan le qołî yekda bû, ewt be hawser hełbijardibû le małêkî çoł û kip û xamoşda ke le cirîwe û cûkey çoleke û wijey lerînewey liqupopî dirextekan bew lawe dengêkî tirî lêwe ne’ehat lewêda to û tenyayî, to û xemî cigergoşeket, pêkewe ejyan tak û terabûn, demit tê’ekirdin.

leserpişt řakşabûyt, bedem gêngiłewe elbûmî yadgarit heł’edayewe. destî řastit xistibuwe ser popeşmîneke, pence barîk û lawazekanit le pelke gyay werzî baran biřan eçûn, eweta êste zerd bûn û le birîqubaq kewtûn. pencekanit, ew pencaney řojanê bû qełemêkî řengînyan egirt û milwankey behreyan ekirde mil, řojanê bû ew pencane pelke řengîney «pexşan»yan le pêşwazî «gelawêj»da ekird be taqî selîqe û, be çilçiray bîr eyanřazanewe, le asmanî ewda edrewşanewe. cirîweyan ehat û xewî řengawřengî xoşyan ebînî û guławpirjênî pirçekanî ewyan ekird, řojanê bû ew pencane awêzanî em zimane kurdîye şîrîne bûn. kanyawî behre ebû be cogey řûn û řewanî ber hetawî zinwêran û eřjaye řûbarî edebyatî serdemî tazemanewe.

qełemeket le qełeme pêşřewekane, ew qełemaney le řojgare tarîkekanda çirawig bûn, diřyan be dîwarî şewî emusteçaw eda. gułbaranî edebî nwê bû, gułekanî toş le gułe degmenekan bûn. řakşawît û nîgay xeyał pêłwî teřyan eken be bał. le serdemî lawêtîşda to her kenarit girtibû, kotrebarîkekey dengixoşî terîw bûyt. le coşî temenda, le heřetî qułpidanî xwênî behre û nûsînda be pêçewaney awełekantewe ḧezit ne’ekird behreket bikeyte ała û leber çawan bişekêtewe, lew qonaẍeşda řiqit le lapresengî û xoderxistin ebowe.

naznawî «’. çalak»t bo xot kird be nîşane, gelawêjit kird be cênzirge. lem sałaney dwayîşda ke kuřukałanî edîb û edebdost ehatne latewe û le berhemî ew serdemet edwan. to xot ne’ekird be xawenyan, be hêwrîyekey xot destêkit řa’eweşan û etut «hî min nîn, kwa min edîbim?». tozqałê gyanî xowîstî û çawçinokî û xobezil zanîn le toda nebû. le katêkda eger bitwîstaye qełemeket be aşkira taw bideyt, çepke gułekanit bênîte naw kořewe û řîzyan bikeyt. diłnyam ewsa qełemeket pêş zor qełem ekewt, gułekanîş bazařî řewneqî zoryan eşkan, çi gyanêkî sade û befrînî pakit hebû. zorbey hawřêkanî em sałaney dwayît řeşuřût û bêkar û xełke sade û sakarekanî şarekem bûn. ewanit zortir edwan, ewanit le xwêndeware diroznekan xoştir ewîst.

leser pişt řakşabûyt, mindałîy xot elawandewe: ey daristan û qopî û kawan û lêrewař û kanyawekanî «qeredaẍLocation» behrey çawî toyan neřişt? ey ew bîrewerî û sergurişte û beyt û goranîye mîllîyaney qeredaẍit nekirduwe be komełê tabloy řengîn û hełtinegirtûn? ey lawanewe besozekey «daye gyan» her bon û beramey «baxan»y qeredaẍ û sing û berokî daykanî ewêy lê nayet?!

hêşta qutabîyekî leř û lawazî milbarîkî goşegîrî meng bûyt ke behrey qełemeket çawî tîjî «pîremêrdPerson»y gewrey qostewe, hat be pîrtewe. behreketî girte baweş, lêy wirdibowe, geş bûy. to ewsaş her şerminêkî serkiz û bełam dił wirya bûy. «pîremêrd»y bawik destî be sere piçûkeketa hêna, berhemeketî xiste ser dił, to biřwat ne’ekird, nobereket naw nabû «awat». pîremêrdî kełe şa’îr be destî řengînî xoy her le çapxane dêrînekeda le çapî da.

leweda bû «awat» awatî nobere be hengawî gewrewe biçête naw koř û komełanî xwêndewarî ew serdemewe... bełam lepřêkda řêgeyan pê girt. řaportinûsanî desenexorî îngilîz, miłe û dûpşikekanî naw baxî edebyatman, ciřucanewere řimuznekan, be xencerî řûtewe geyştine ser noberey awatî cewher û le berdemî pîremêrdida seryan biřî.

leser pişt řakşawît, zerd, zerd, zerd, zerd her ełêy mangî kujrawît, lenawewe azar eřwa û etkêłê, to kêłgey zat û wirey lenaw çingî extebûtî hezar pelî «seretan»da lûl exoyt û hawar nakey. çi wireyekî besamî û çende aramêkî gewrey. leser pişt řakşawît, dengit lenaw henasey swarda xinkawe.

ey «cewher»y řewişt, ey gułehêroy lask şikawey mil belarewe girtû, bo yekem car le çayxaneyekî peřpût û biçûkî şarekemda yektirman nasî, bo dwacarîş, berlewey em derde girane le pelupot bixat her le çayxaneyekî wada leyektir cyabûynewe.

leser pişt řakşawît, řuwe jakaweket le mine, par em wexte bû, dîsanewe serim kirdewe serit, mengîtim şiłeqand, bełam lêłim nekirdî, emzanî to masîyekî em gomî şînî edebeyt û bê ew najît, emzanî ke şew dadê û dinya enwê, toy şeyda legeł wişeda řoj ekeytewe û bêdeng esûtêyt, bêdeng egrît û xełwet cê nahêłî! bîst sał bû emnasît, bedem pêt newtûm, bełam çawit be aşkira eydirkan ke xoşt ewêm, çawit awêneyekî bêgerdî řastigoyî bû. destit nena be řûy dawakemewe. çend berhemêkî le kunî hetîteda hełgîrawit bo hênam, sê defter çend řojê legełyanda jyam, çend řojê be badey zimanî şîrînî ewan mest bûm. nûsînekanîşt wek xot nask bûn, wek xot kemdûy puxt û pak bûn. qełemî nawbenawî řexneşt, wek řewştî xot berz bûn, zimanî teř û paraw û newazey bê girêwgoł sifit û řewan û direwşawe be qisey nesteqî baw û bapîran xoş kiraw. řistey kurdaney pitew dařêjraw, diłî minyan le zuwewe kemend bend kirdibû. kutumit wek xoşewîstîy darbeřû û awî em kurdistane.

leser pişt řakşawît, wa çawit lêk na û awa bûyt. de maława ey qełeme řengîneke to le gułdanî diłmay, em care lewêda řakşê!.