3

From the Book:
Xaç û Mar û Rojjmêrî Şaîrê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 20 minutes  1112 views
min îstake
daykim heye û daykim nîye
bełam seywan le cêy daykime.
min îstake
xuşkim heye û xuşkim nîye
bełam estêre û mangeşew le cêy xuşkimin.
min îstake
kesukarim heye û nîye
bełam şî’ir, çawî şî’ir, bonî şî’ir
le cêy hemû kesukarme!
wirdewrde xaç hełkişa, toyş legełya
bałat kird û, marî gîngił û meraqîş,
marî lawlaw, qef estûrtir, be fîşketir,
be peroştir xoy tê’ałand, to netzanî
çi řojê bû, çi wextê bû, çi werzê bû
le kwêwe bû şî’ir hat û telîsmî xoy
kird be zêřî xawî twawe û, kird be zîwî xawî
twawey naw ziman û xoy řijande meraqtewe û
legeł yekda wekû zerdey êwaran û kazîwey
dem beyanîyanî giłezerde awête bûn!
to netzanî em bałindey çarenûse bał giřdare
le kwêwe hat?! to netzanî şî’ir lenaw kilûy
befra bû hat?! lenaw tanupoy pirşingida?!
lenaw cirîwe û cûkeda?! legeł hewrî mindałîda?!
le goy memkî xezałda bû?! le maçî kake lasda bû?!
to netzanî em caduwe kê lêy kirdî?! perîyekanî
gwê řûbarî xewnî xot bûn?! yan kirasî řeşî daykit?!
yan çawanî dagîrsawî bewrekanî şî’rî bawkit?!
to netzanî kê bû tûşî em ewîne
kuşnideyey wişey kirdî?! to nazanî kam esp bû
hełîgirtî? espe řeşî bazyan bû?! yan espî
qetranîy şew û meraqî xot?! to netzanî kê bû
tûşî em ewîne kuşnideyey ’eşqî kirdî? qijî
bij û sîmay samdarî çermawend, wextî zawzêy
daristan?! yaxud nizay naw pelkeřengîney goyje?
yaxud zarî dapçiřawî berd û eşkewt?! yan sîḧrî
derbendî bûlêł? to netzanî ey şêtî wişe
netzanî bo yekem car kam firîşte destî sûtan û
ẍurbetî lê weşandî?! destî şî’rî lêweşandî?
to netzanî em caduwe kê lêy kirdî? etut řenge
em efsûne jine şewêkî qerecî jêr dewarî
lay «hiłûbe» lêy kirdibim! etut řenge eme
sîḧrî bangî şêwanî erxewan, yaxud nizay
gunahêkî řidên sipî lay zêwê bê û gîra bûbê!
yan telîsmî ḧîkayet û serguzuşte û qisekanî
pîrêjnî ser ḧewşe bê?! wa dêne dî. to
netzanî kê tûşî em ’îşqî awe û kê tûşî
’eşqî em xak û xołey kirdî?! to netzanî
çon bûy be derwêşî şî’ir û, to netzanî
kê tûşî ḧał lêhatnî em terîqetî pirsyar û
yaxîbûney xemî kirdî?! to netzanî
xoşewîstîy em berdane be kam tûlemarî řêda
geyştine lat?! le derbendî baseřewe?! le
awayîy agirewe? to netzanî xoşewîstîy
em teputoz û diřkane, em qaqřî germyan û
em şextebendî kwêstane, em gił û xołî
dastan û em daristanî beytane, le kam
asogewe hatin?! to netzanî em nefrete
beheştîye, em nefrete dozexîye, em
ne’letî çarenûsî naw guman û řařayîye kê lêy
kirdî?! to nazanî, to netzanî?!
naw be nawê lenaw řîşî xanîyewe
peřesêlkeyek heł’efřî û pêy ewtî:
min tûşî em têkałaney
befir û giřey şî’irim kirdî.
carbecarê le řewaqe sûtawekey
xaney sebrî nalîyewe
badêkî ẍemgîn ehat û pêy ewtî:
min tûşî em ’eşqe şêtey
xakuxoł û gya û deweney
şî’irim kirdî.
naw be nawê le kune şaxî hîcretî ḧacîyewe
bazêkî bał sûr ehat û pêy ewtî:
min tûşî sîḧrî azadî û
min gîrodey naw ẍurbetî
bêkotayîy şî’irim kirdî.
carbecarê legeł hatnî bapûskey mewlewîda
denke terzey ber pencere pêy ewtî:
min tûşî ’eşqî dirextî em zamane û
leşularî řûtuqûtî
mangeşewî naw deryaçe û
min gîrodey temtumanî
bin binarî şî’irim kirdî!
nawbenawê le cwanêkî bê nawî lay «goranPerson»ewe
tîley çawê, egeyşte lat, pêy ewtî:
min tûşî ’eşqî naw gomî ew çawane û
min gîrodey ew goy memke û
zerdexeney em kanîye û
min şêtî şî’rî qij zerdî tazem kirdî!
to netzanî em caduwe kê lêy kirdî?!
to netzanî kê bû tûşî em ewîne
kuşnideyey şî’rî kirdî?!
şî’ir, şî’ir çawêkî dîkey naw çawe û
bîstinêkî tirî naw bîstine û, to ew çawanet le bîre!
ke xorinşînêkî payîz, ew demey qijî pemeyîy
tîzmałkî hewrêkî řewend da’egeřa û le kelêkî sûr
e’ała, le jûrserîş polemelêkî řengałe
wekû ełqey yekeyekey zincîrêkî lêk bestiraw bin
be yekewe heł’efřîn û le yektirîş ne’etrazan.
etut zirîzey asmanin, wek xeyałîş,
«ba»yiş xeyałêkî bizêw bû. xot û xulyayekî
taze le çaweřwanîy şî’rêkî keskida bûn.
çaweřwanît le awî xuř, le askêkî řawniraw
le janî şepol û gêjen, le na’aramîy cantaket,
le seferî daykit eçû. to xaçê bûy leser
bizmarî agir bûy, le cêjwanî yekemî şî’rî toda û
le seywan û lenaw pêłûy erxewanda, her
letenîştî jûrekey biraym paşa û emlay małî
emîn zekî û beranber fêstekey serî
mistefa paşa yamułkî- legeł kiçexewnî xotda
be yek geyştin, ew çawane meraqyan fêrî fiřînî
naw giřistanî serit kird. ew çawane kajî
şermyan be cestey marit fiřê da û bo yekem car
towî ’eşqêkî tazeyan řo kirde ser berî destit.
îtir kiç bû be xulyay xaç
min empirsî û her empirsî:
çon bitwanim řistekanî em zimane, bikem be pirçêkî
taze bo kiç! çon bitwanim xwênî germî em ewîne
be camî ḧerf bikeme naw şî’rêkewe heta ewîş
wek ew xwêne wek ew deme qułp bida û
germ bê wek jûrî memk?!
çon bitwanim çawî em şî’re tazeyem
kemê tîl kem wek çawî ew?!
çon bitwanim? ebê çî bikem min bo ewey
şî’ir bikem be pawane be piłpiłe û be gerdane?!
ebê çî bikem min bo ewey şî’ir bikem
be awrîşim û bî’ałênme gerdinî ew
her empirsî?!
ey min çon bibim be aw û diłopî aw û
hemû leşî, hemû nehênî naw leşî bipşikinim?!
legeł gewrebûnî xaçda, pirsekanîş gewre ebûn
min bebê pirs serim nîye. min bebê pirs
ne xoşewîstît enasim û ne gerdûnîş ehejênim!
legeł gewrebûnî xaçda, leher ’erdêkî beyarda
pirs eřwênim!
min em nîwe qedeẍeyem çon bênmewe
naw leşî xom?!
min em nîwe zîndaney xom çon bişkênim?
min em nîwe bêdengey xom
çon bênmewe naw gerûy xom?!
min dabřînî nîwem le nîwem.
min dabřînî cestem le cestem.
bûnî nîwem be qamçî û nîwekey tirim be qîje.
bûnî nîwem be zîndan û nîwekey tirim be şûre.
min bûnî nîwem be kêrd û nîwekey tirim be mamir.
bûnî nîwem be agir û nîwekey tirim be pûşû.
bem core bû:
beyanîyek asman bû be byaban û
befir bû be ḧuştirxore û
şax bû be deştî ḧîcaz û
cestem be kafiristan û
şimşêr barî.
şimşêr legeł serma barî.
serim legeł berda barî
berd legeł fermanda barî û
ferman dû kertî kirdim û
lew řojewe min nîwem û nîwekey kem win kirduwe.
lew řojewe min em xaçî namoyîyem hełgirtuwe.
em xaçey tewêłim «tar»yişe, min be mar,
be marî meraq û endêşem, be kilkî, be serî
em tare lê edem. jin jêye. jêy asoy
řwanînim û jêy gizing, jêy gyawguł.
jêy şî’rî koçer û bêmałim. min ke tar
lê edem, çirpey yar, firmêskî, pencey û
goy memkî, řîşałî kołwaney, le beste û
meqamî kunkunî dengimewe dêne der.
min ke tar lê edem, wiłatêk lê edem.
min serî mewlewî û kwêstanî «’enber» û
henawî welî û şem lê edem. hewraman
lê edem. ewetey çûmete em sîḧre
keskewe, her şewey min çił û min liqî
darêkî berdarî awazim. her şewey baweşê
pirşing û her şewey hêşûyek maç egirim.
ewetey çûmete naw xewnî ’eşqewe,
min serûy bałdar û şepolî fiřîw û şeqjinî
gułałe ebînim. ewetey ew tîşke lêy dawim
her řojey min ebim be peřey defterî
telanêk. her řojey min ebim be xamey
tîrêjî eşkewtê û xermane enûsim, şeqamî
naw şar û kołanî çaweřê û dûkeł û jîlemo û
tanceroy çîrokê enûsim. min le kwê ebûme
em bêşe zîwîne û em fwarey řengane, min
le kwê ebûme kitêbî efsûnî em hemû
wişane, ger çaw û ger deng û ger řengî
kiçêkî mełkendî nebwaye. min le kwê ebûme
em masîye zêřîney honrawe ger çawî ew kiçe û
ger demî ew kiçe û ger singî nebwaye.
tarim lêda řeşemê bû
keçî pencem nêrgizî girt
nêrgizim bird bo mełkendî.
tarim lêda şewezeng bû
keçî dengim beyanî girt
beyanim bird bo mełkendî.
tarim lêda giřey ba bû
keçî wişem bû be şemał
şemałim bird bo mełkendî.
tarim lêda û wişkanî bû
keçî lêwim bû be coge û
min cogem bird bo mełkendî.
tarim lêda û wesêtim kird
wextê mirdim
tarekeyşim
ba her biben bo mełkendî!
min xaçî mar tê’aławim
min şî’rêkî pepkexwardûy
naw meraq û
min sûtanêkî sûtawim.
min řûbarêkî westaw û
min mêjûyekî cantam û
min lafawêkî xinkawî
naw lafawim!
cantaket wek termî şî’rêkî bê qebir exsite
ser şanit û eřoyştî. to girdî giryan bûy
eřoyştî. cantaket qurs bû, piřî bû le
limî firmêsk û le çewî henisk û le quřî
xemistan. to toz û ẍubar bûy eřoyştî.
cantaket zor sûk bû. her hemûy
dû derpê û fanîle û kirasê, pantołê, dû
dû wêney daykit û xuşkan û dû şî’rî naw
«jîn»y ’. goran. to xirçey befrî
jêr simî şew, to nûzey berdêkî
hełkenraw, to destî şikawî darê bûy
le lařêy koçêkda be tenya becêmaw.
to sermay namo, bûy be zuqim û zistanî
şareket. her wekû xemêkî lêkewtûy
gîrfanî şeqamî «kawe» bî, yan wekû
henasey bizirbûy ’eşqêkî «ḧacî ḧan»
řeşebay şareket, řeşebay hejarî
wek qutûy betał û řojnamey diřaw û
wek peře mirîşkî serbiřaw, serewxiwar,
berewxiwar, berewxiwar ta şîwî cûlekan eybirdî!
eger tenyayî nebwaye
le daxanda şî’ir emird.
eger mangeşew nebwaye
le daxanda befir emird.
eger bałinde nebwaye
le daxanda dirext emird,
eger azadî nebwaye
le daxanda jyan emird.
toyş eger şî’ir nebwaye
le daxanda zû emirdî!
ḧewt řoj carêk, řojnameyek wekû gom bê,
serit têda nuqim ekird. gwêçket ena be binyewe.
sone bûyt û sersam ebûyt. gwêçket ena
be diłyewe, gwêt le wirtewrtî wişe û pirşepirşî
řiste egirt. hełne’esay wekû gełay
danewîwî şořebîyek le kenarda teř teř ebûyt.
xozget lê eçořayewe. hełne’esay. leber
qełbezey hełbestida be çwarimişqî da’enîştî,
ebûy be gyawgułî binî. ebûy be seremêkute,
be berdî lûs, ebûy be sêwe lasûre û
awî çîrok û witar û pend eybirdî. ḧewt řoj
carêk, řojnameyek wekû aw bê, xotit
têda nuqim ekird. to boqemeley şî’ir bûy
kurt û kemê řêget ekird. ḧewt řoj carêk,
řojnameyek wek estêrk bê xotit têda
nuqim ekird. yeke yeke gwêt le xurpey diłî
hemû tinokekan egirt. gwêt le řaçłekînî
pît û le wêrgułe şeytanoke û gwêt le dengî
westanî pêy nuxte egirt. le binewe seyrî
qijî řengawřengî darebenî şî’rî nalîPersony û
xełwetekey «meḧwîPerson»t ekird. le binewe
seyrî yałî şepolekanî salimPerson û seyrî sûtanî
gerdinî «kurdîPerson»t ekird. le binewe seyrî
memkî çwarxiştekî û le binewe seyrî xwar nawkî
hendê qesîdey şêx řezaPerson û şukirît ekird, pê’ekenît.
wek gêlas sûr ebûytewe. xeyałit pya
heł’ewasîn, ḧewt řoj carêk ser û kelley
pîremêrdê wek ḧewzî masîy ziman bê,
hemû carê masîyekî ekird be şułkî pendewe û
leber pencerey hetawda hełî’exist. ser û
kelley pîremêrdê wekû nûrî tîrêjê bê têy
eřwanît. be pencey çaw amajey bo řêgay
dûr û asoy ewdîw hewrekanî giłezerde û
ezmiř ekird. têt eřwanî. wekû le siřêk
biřwanî: nawçewanî le nawçewanî kêw eçû.
řîşê bonî estêrey berz, bonî agir, bonî
newroz, bonî mameyareyan lê ehat.
ḧewt řoj carêk řojnameyek wek keştîy nûḧPerson
cût cût hemû nêre û mêyey mêjûyekî lafaw birdûy
le xoyda ko ekirdewe. min lewêda nejadî em xaçey
xom û min lewêda yekem giřî ser zagros û yekem
befrî ararat û kelleserî bapîranî hezar mêrd û
seretay em řêçke xwêney xom bînîyewe.
îtir min lew ḧewt řoj carewe
em çarenûsem tê’ała û lêm nebowe.
îtir min lew ḧewt řoj carewe
em baranî pişko û terze û guł û diřkey
lê dakirdim û xoş nebowe
îtir min lew ḧewt řoj carewe
bûm be hawdemî em xaçe û
le êwe cwê nebûmewe.
em xaçe xerîke guł derkat.
em mare xerîke bał bigrê.
em şî’re xerîke zawzê
be berd û be bawe bikat û
em çawe xerîke
be peyjey pirsyar û
be bałay dûkełda hełgeřê!
serumlêk lenaw konepałtoyekda, kitêbêk le binhengiłda
wek bapûske û denketerze seruxwarî şar egeřay.
to baranit hêndey qisekanî daykit û hêndey
çawekanî şî’ir û hêndey qijî dezgîraneket xoş ewê.
baran zengyaney piçřawey firîştekanî asmane.
baran şî’rî zistananey xwaye û lenaw hewrêkî
tenyada ew eynûsê. leber ewda ebî
be pelkegyay sewz û xemanit ebrîskêtewe.
leber ewda ebî be zamî hełqułîw.
leber ewda ebî be cogele awî kemdûy penawpesêr.
ebî be gemyey xeyał û be çarogey
kołî mindałanî piř le gêlaxe û le pîşok.
to eřoyştî û ew ebarî. serumlêk
lenaw konepałtoyekda, çepkê şî’rî baranawî û
çun bapûske û denketerze tenya. tenya
seruxwarî şar egeřay. le piřêkda to
lat eda û eçûyte naw keştîyekey «nuḧ»
nuḧ her xoy û pişîleyek wekû kurd û şew,
nuḧ her xoy û tûřebûnêkî berdewam wekû
řeşeba û em şare. řuxsarî nuḧ
wekû twêkłe henarî ał, lûtê piř le wirde
coge û řûbarî şîn wek didanî řîzê
kursîy le yek neçû, texteyek û polê
melî ḧerf û wişe û asmanêkî xołemêşî.
camê bade û polê şî’rî serxoş serxoş,
bał lêkewtû. bonî ’ereq bonî tenyayî û
bêkesîy, bonî şêlmî kuław û bonî mêjûyekî
kon û bonî sîr û bonî şî’rî pêncixiştekî û
bonî êwarey direngî sabûnkeran. lenaw cestey
keştîy wêł û cestey nuḧda têkeł ebûn.
ebûn be yek, nuḧ her xoy û pişîleyek
wek kurd û xem. toyş her xot û xeyałêkî
řeng pemeyî. wek bapûske û denke terze
seruxwarî şar egeřay, baran ebarê û toyş
eřoy. ebû be şew
xaçit be şewda hełwase
bełkû hetakû beyanî ke heł’esî
bibê be çwar bałî řûbar
bo em şare!
xaçit be şewda hełwase
bełkû hetakû beyanî
bibê be çwar çawî baxçe
bo em şare.
xaçit be şewda hełwase
bełkû hetakû beyanî ke heł’esî
bibê be bejnî çwar serûy
mijde û cejin
bo em şare.
serit be şewda hełwase
bełkû hetakû beyanî
bibê be serçawey pirşing
bo kwêrekanî em şare.
herçî bałî wişekante
herçî çawî şî’rekante
herçî bejnî xaçekante
wek serî xot
hełyanwase bem şeweda
bełkû hetakû beyanî bibin be nan
be nan, be nan
bo birsîyekanî em şare.
ebû be şew eçûytewe bo małewe
małî «mekteb»
małit bû, małîşt nebû.
eçûytewe beşî nawxoy qełeme lanewazekan.
eçûytewe beşî nawxoy şêdar be pełey weřsî.
şêdar be dengî teřî ḧeres û
samdar be lûrey seggelî kenarî şar.
eçûytewe lenaw hołêkî lakêşda jimare «yek»
le de hêlaney dû qatda
legeł nozde serî tirda
legeł nozde řengî cya cya û
legeł nozde defterî ẍerîbî û
legeł nozde, xawên û çiłkinî têkeł û
legeł nozde, firmêsk û qaqay têkeł û
nwêj û gunahî têkeł û zîrek û debengî têkeł û
diřu beszimanî têkeła bûy!
eçûytewe, şew keneft bû. toyş keneft bûy.
çirakan ekujanewe, tarîkîy eziringayewe
xotit ekird be jêr petûy sewzełeda
le jêrewe wekû kirmî ferîkenok lûlit exward.
ewsa îtir legeł xotda agirdanî
xeyałî xot ebirde jêr petuwewe
xot be wan germ ekirdewe
legeł xotda kołanekey małî aske û derga tenekekeyan û
liqupopî dartuwekeyan û pêkenînî aske xoyt
ebirde jêr petuwewe.
legeł xotda asmanêkî şî’rî şîn û sîmay daykit û
şaxî goyje û laylayeke û şî’rî bîst û ḧewt sałekey
bawkit û seyranekanî «tabîn» û peřesêlkey
êwaranit ebirde jêr petuwekewe.
legeł xotda dwa firmêskî kiçî filîme hîndîyeke û
qatêkî nêw şûşebendî kogayekî ser şeqamekey mewlewî
- piř be berit - ebirde jêr petokewe.
legeł xotda teştê hêlkey pîst egirtewe û
etbirde jêr petuwekewe û yeke yeke demuçawî
xizme pîskekanî bawkit tya nuqim ekird!
legeł xotda serî espeřeşt ebirde jêr petuwekewe û
yał û gerdinît maç ekird.
legeł xotda be řiqewe sere řûtawekey «’umer ’elî»t
ebirde jêr petuwekewe û be keşk dat’egirtewe û
her lêt eda û her lêt eda
hetakû destit şil ebû
takû xeyałit şil ebû
ta enûstî!
to xaçî mar tê’aławî
to îste mêmłî aram û to îste
axêkî le berda řiskawî.
to serit kewane û
to milit hemîşe
tîrêkî leserpêy soraxe û
to gułî gumanî û
le werdî pirsyarda řwawî.
to řûy demit kirde goyje û
goyje gêřayewe, witî:
«qełaçwalan» etut jinêkî bêzare
le řeng û şêwey qijî xoy.
le sêber û le hetawî nigînî xoy.
le awêne û le şaney xoy.
qełaçwalan be dway berayîy bextêkî
tazetirda bo çawanî. be dway ayndey zîwîn û
bijwênêkî nwêda wêł bû
beyanîyek, řewe swarê, ke bałayan
le řûbarî wenewşeyîy burcî kakêş hełkêşa bû.
be kenarî kazîweda peřînewe û
hatne ser baskekanî min.
dûr řwanîyan:
askêk le berebeyan cwantir
askêk le firîştey řez û
le perîyekanî xew cwantir.
askêk kirdî be bařjin û řuwe û deştayî dageřa
biraym paşa û espiswarî qełaçwalan
ciłewyan daye des «ba»yek
bayekî pest, bayekî girj: tîj birdinî.
ask leser berdê westa
pyawî paşay derzîy hełgir
tîrukewanî řakêşa û
tîrê wekû çawî şeytan
çawî dozex, tîj derpeřî û fiřî û fiřî û
leser diłî ask çeqî.
çawyan lê bû ke ask kewt
çawyan lê bû ke taşeberd ał hełgeřa
wextê swarekan geyştine berdemî berd
firîşteyek wekû kirasî gułałey leberda bê
estêrey çawî xwawendî xoşewîstî dabê le ser
hestaye pyan. herdû baskî kirdewe
bo asman û wirdewrde berizbowe û le piřêkda
le çaw win bû. ke řewe swar çûne ser
berd, askyan nedî. hendê diłope
xwênyan dî: diłopekan nûsîbûyan: sileymanî!
îtir lew yekem tîrewe
nefretî řeş lem şareda xoy řwand û
berebere daristanî lê kewtewe.
lew diłope xwênanewe
em şare xwênî hełmijî û
gewre serçawey xwênawî
mêjûyekî serbiřawî lêkewtewe.
«hendê lew dêrawî qise û pendaney
le binarî şarda lêdrawin»
yekem:
řojjimêrî çawekanî em goyjeye
řojjimêrî eşkî xak û
řojjimêrî hełqirçawî mêjûy aw û
se’atêkî zeng lêderî
berdewamî xwênî şare!
duwem:
bem binareda çî neřoy
bem binareda çî nehat.
lûrelûrî agirî pars û
givegvî şimşêrî esḧabekan û
qîjeqîjî şewezengî řomekan û
nêłenêłî řimî ’ecem
bem binareda çî neřoy
bem binareda çî nehat.
sêhem:
were naw em dîrokewe
bo ewey asman bibînî
çon kun ebê û
lew kunewe çend tîrêjî
ser û řîşî pêẍemberan
be xwênewe ekewne xwar.
çwarem:
leser zewî ta esûtê
kesî nîye em wiłate
le asmanîş ke xwa baweşî pya ekat
em dûkełe!
pêncem:
lêre mîrekanî baban
leber deskewtî hêlane çolekeyek
xanûyekyan eřûxand û
leber kuştinî kulleyek
xermanêkyan esûtand û
ke yektirîşyan ser’ebřî
«nirxî seryan
leser serbestekanyan bû!»
şeşem:
em azare mexere naw
lankey guł û aramewe
eme şî’re ba neterê û xemî le bîr biçêtewe
eme şî’re, eme řuwekêkî seyre
be diłnyayî kiz ebê û
be meraqîş eşnêtewe.
to pyasey şî’rêkî řîş hatûy
naw baxî meraqî em şarey.
hemû řoj le darî tenyayî
peykerê bo ewîn etaşî û
le berdem awêney koçerî tementa day’enêy.
to îste meraqî «aske» û meraqî nîştiman
be pyałey firmêskê têkełî yek ekey.
pirçî ew ebestî be pirçî lawlawî emewe
bejnî ew be bejnî řewezî şaxî em
epêwî. to çawî aske û çawî kej
to pencey aske û pencey guł,
to lêwî aske û lêwî gił.
to memkî aske û memkî herd
wekû yek ebînî.
to pyasey şî’rêkî řîş hatûy
naw baxî meraqî em şarey.
to çûyte kołanî dûkeł û
naw çiře tûtřikî eşkencey xełkewe û epirsî:
nîştiman berde, yan řûbare?!
nîştiman daykime, yan bałindey nizare?!
nîştiman xwêne, yan haware?!
nîştiman şî’re, yan xewnêkî heware?!
etpirsî: em ’eşqe le kwêwe hate naw leşmewe û
le keyda hełqułî?!
xaçêkî řîş hatûm
xerîke yekemîn honrawem pê egrê.
wa îste dewenî wişey min xerîke
wek bałay erxewan hełbiçê û
erxewan bał bigrê!