berawird

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  401 views
se’atî dwanzey nîweşew
tewaw û řêk
wek kurd û xem
dû mîlî cût.
se’atî dwanzey nîweşew
wek xeyałim
sermêzêkî pak û řûnak.
bîst cigere û
tenha yek kilîlî wişe.
dway se’at yek
dû mîlî le yek dabřiřaw
wekû min û çawî wiłat
dway se’at dû
wekû aware û derbeder
kaẍez, qełem, şitumekî
ser mêzêkî perşubław.
dway se’at sê
tepłekê filter û sûtûy qełaçin û
jûrê dûkeł.
lew layşewe
şa’îrêkî xew lêkewtû
bełam şî’rêkî bexeber!