xałbendî ordûgakan
From the Book:
            Awêne Biçkolekan
        By:
                Sherko Bekas (1940-2013)
        
             2 minutes
             1171 views
        
                - ke «dêřekanit» řîz ebin, le çî eçin?
- le tenafî hełxirawî ordûgakan.
- ey ke wextê «wişekanit» piř keyt le xem, le çî eçin?
- le tenekey awî serşanî kiçanî ordûgakan.
- ey ew wextey «ḧerfekanit» çawyan teře?
- le çawî nanî giryawî ordûgakan.
- ey ke wextê «wêrgulî» beynî dû wişe û
řisteyekit xoy lûl eda, le çî eçê?
- le piştî komawey pîrî ordûgakan.
- ey «nuxtey» dway řistekanit le çî eçin?
- le topî peřoy mindałî ordûgakan.
- ey ke nîşaney «sersuřman» eçeqênin û
le cêy xoda çawekanyan ebłeq ebin, le çî eçin?
- le sitûnî berdem hemû dewarekan.
- ey nîşaney «pirsekanit» ke dêř eken
be şeqamî diłeřawkê, le çî eçin?
- le serumlî daykanî ordûgakan.
- ey «kewaney» em la û ew lay mebestêkit le çî eçin?
- le dû sacî sardusřî beramber yek hełpesêrdiraw.
ey em hemû dûbarekirdinewe bêtamaney
wişey «ordûgakan»y em şî’ret le çî eçin?
- her le dûbarebûnewey
tamî tałî gişt jemêkî ordûgakan!