temaşakirdin

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  466 views
hemû payîzê eybînim, ew eşkewte
çawêkî nawe be kunî derwazey ew derbendewe
çaw hełnabřê.
lewêwe be dizîyewe
temaşay leşî nermołe û sipîwsołî
ew darhermêyane ekat
ke řûtuqût řawestawin û
yeke yeke
xoyan dawete ber pirşey tavgeke!