şwênewn

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  342 views
pêt nagîrêm
wekû ziryan min małêkî
dyarim nîye.
wekû hetaw min pencere û
dû pencere û
sê pencerey
asoyek û
çyayek û
hewarêkî dyarim nîye
min mêjûyekî koçerîm
zemanim dawe be kołma û
hobe hobe
legeł xomda eygeřênim.
kiłpe û giřêkî koçerîm
agirdanim le gyanmaye û
aso aso
legeł bada eygeřênim.
řûbare xwênî koçerîm
şepolim wa le dengimaye û
awaz awaz
legeł hewra eygeřênim.
min şořşêkî koçerîm
cêgem xistote miştimewe û
birîn birîn
legeł çekman eygeřênim.
min meqeř û
werzî sał û
îstige û sirûd û goranîm
hemûy le hegbey piştimaye û
hîwa hîwa
legeł ’eşqî azadîda
kej be kej eyangeřênim.
pêt nagîrêm.
îste lêrem
lêre towî naw qendîlî şexte û befirim
bełam sibey le germyan sinewberim.
dwênê dewarî givey xom
lew la hełda
emřo lem la
sûre beřûy ser kêwêkî beriztirim.
baran maçî
her şwênêkî xakmî kird
minîş lewêm.
tarîkîy to le her kwê bê
min lew şwêne pê ebim û da’egîrsêm.
pêt nagîrêm, wirde wirde
min mirdintim.
ew wextey toyş pê’ekenî û
wa ezanî lenaw çingitam
min her zûtir
ebme mûrûy ẍeybî tîşk û
win ebim û
lêt bizirim.