tunêl

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  455 views
lejêr zewîy tengenefesî em řoḧe kunkuneda
se’atekanî ẍerîbîm
wagonî le yek bestirawin.
hemû řojê eřon û dên, dên û eřon
le wêstigey çaweřwanîda
le wêstigey maławayîda
dergay nesrewtyan bê wiçan:
emkenewe û pêwem eden
pêwem eden emkenewe û
yek azarim dabbezê
sed azarim ser’ekewn.
çi tunêlêkî dirêje em ẍurbete, bo kwêm ebat?!
wa çirawgî em çawane kewtûnete pirtepirit û
bełam ew her, embat, embat
embat ...!