yekem deng û dwadeng

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  616 views
deqîqeyek, nîw deqîqe, çend çirkeyek
ber le yanze
asman wek gyanî «mewlewîPerson» saf û řûn bû
wek espekey «eḧmed muxtarPerson»
le bijwênî şarezûrLocationda
cwanûy behar be kuřjin bû
girdî «gułan»
guł’estêrey şemî şî’rî
eda le qij
wekû goran
deqîqeyek, nîw deqîqe, çend çirkeyek
ber le yanze
lejêr binmîçî jûrêkî, bêhenawî hełebceLocationda
xêzanê bûn, dayke û bawke û zeřneqûte
çend çirkeyek ber le yanze
dayk bêşkey řa’ejend û
sawa bizeyek eygirt û
bawik gwêy le kasêtê egirt û
pał kewtibû.
bû be yanze
girmeyek û dwan û syan û
dûkełêk û wekû diłî kuřî «’oce»
hewa mirdû
asman mirdû
behar mirdû
dayke û bawke û zeřneqûte
le yanzeda
lejêr binmîçî jûrêkî bêhenawî hełebceda
bûn be sê berde peykerî
baweş kirdû be yektirda!
ledway yanze
şar kotrêkî xinkaw bû, milî lejêr bałekanya
ne gimey ew, ne cirîweyek, ne cûke
ne çirpeyek
ne zîqeyek
ne mişeyek, ne henase
ledway yanze
tenha dengê, çirîkeyek, lew şareda
ke egeyşte gwêçkey çya û
be naw jehra
sewłî jyanî lê eda
tenha dengê
ledway yanze
dengî kasêtî řîkordî jûreke bû
ke sirûdî çek û pêşmergey lê eda!.