cwantirîn guł

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  667 views
leber heywanî hewrewe
ke xor derkewt û pêkenî
îtir paytextekey befir le xoşyanda
be ser şeqamî hetawda be pêy petî
řay’ekird û parçe parçe
bergî berî da’ekenî!
lew řojeda pêşbiřkê bû
pêşbiřkêy cwantirîn guł bû
sitokhołimLocation
bo em ahengî hetawe.
kam gułeyan heł’ebjêrê û
leber awêney řûbarda
eyda le egrîce û qijî?!
kam gułeyan?
hî kam baxçe?! hî kam dûrge?!
hî kam koga?! hî kam mał û
kam pêşange?!
dûrge witî: gułî kenar awî zorim
ew yekeme!
meydan witî: gułî ber pirşey fwarekem
ew yekeme!
nihom witî: gułî încaney bałqonî here berzim
ew yekeme!
leber beroçkey hetawa
pêşbiřkê bû
pêşbiřkêy cwantirîn guł bû
ey kê ebête serpişkî hełbijardin?!
cûtê kotir
dû darzeytûn û dû mindał
le dałanêkî narincîy xorinşînda ‌
kobûnewe û biřyaryan da û řayangeyan
ew gułaney le baweşî em şareda
lewan cwantir hergîz nebê
ew gułanen
leser şosey «sivê vêgin»
xirawnete
ser xwênekey «ołf pałmêPerson»!