şeř

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  392 views
ziryan dû darî da be şeř
darekan kewtine deskeney qijî yektir
destyan xiste xwênî geła û çiłî yektir.
ta ew wextey direnganê
hetaw hat û berbeyanê
herdûkyanî aşt kirdewe.
bełam sed dax! ewey lew werzeda tyaçû
berî kujrawî ser ’erdî
herdûkyan bû!