çadir

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  351 views
em çadrane, ser û gerdin û laqî le ceste
řawnirawmanin.
em çadrane, pêstî gûrawî le namoyîda hełdirawmanin.
em çadrane, ser ekem be jêr her yekêkyanda
gundêk ebînim, be çîçkanewe kiz danîştuwe û
kiř têm eřwanê.
pîredrextê betanî le koł, heł’elerzêt û
zeq têm eřwanê.
çawim lêyane lejêr çadirda
cogele û řûbar, leser pişt kewtûn
dûkełyan dawe be ser xoyanda û her çawyan dyare
gwêşim lêyane, wek řez û kêłge, heł’eqirçên û nałenałyane
gułegenmekan, wekû karjołe taze zawekan
bêhena û lawaz, komawnetewe û
seryan xistote koşî yekewe û, wekû pelkegya
wekû wirdeberd, ekřûzênewe û, nirkenrikyane.
çawim lêyane, mamrekanîş, bo geřanewey
cûcełekanyan, le tarîkîda her xul exon û garegaryane
em çadrane, ser û gerdin û laqî le ceste
řawnirawmanin.
em çadrane, małe birînî
hobe be hobey şî’rekanmanin.