pêłû

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  442 views
ke mang hełhat
yekem çepke tirîfey xoy
pêşkeş be lûtkey berz kird
lepenawe
kanîyek çawî tê biřî û
daway yek maçî lê ekird
leber pencerey jûrêkda
namey diłdarêkî bêdar
tikay manewey lê ekird
lepřêkda ke awa bû
çûn boy geřan
seyryan kird mang
lenaw şî’rêkda nûstuwe
xemî kanî û name û lûtkey
le pêłûyda hełgirtuwe.