şořş

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  614 views
şax witî şořş řûbare
carê tîj û carê xaw û
hendê carîş bê bware.
řûbar witî şořş şaxe
carê lûtke û carê gewre û
hendê carîş bin binare.
dirext witî şořş wekû daristane
carê řûte û carê wişke û
hendê carîş çiřistane.
em careyan zemîn witî:
de biłên şořş jyane
wek serî min çon be dewrî
çawî xorda exulêtewe
serî ewîş wa be dewrî
çawî gelda exulêtewe û
ewey le kesman řûneda
newestane!