’aşiq

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  766 views
yekem car bû qamîşełan
qamîşêkî ’aşiqî xoy lê yaxî bê
em ’aşiqe barîkele řengizerdeman
diłî be «ba»y weşta çûbû
qamîşełan wityan nabê û neyandaye
’aşiqî şêtî bêhenaw
witî: ew tenha le laye
êweş hemûtan le laye
eweş diłim!
qamîşełanî řiqhełsaw
bo sizadanî diłdarî çaw be şewnim!
darkunkereyan bo bang kird
darkunkerey denûk zor tîj
pênc şeş kunî kirde dił û
leşî qamîş
lew řojewe ew ’aşiqe
bû be şimşał
lew řojewe zamî diłdar
be pencey ba
dête qise û
goranî bo dinya ełê
heta îsta.