çirîke

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  573 views
beyanîy zû ke hetaw hat
lûtkekanî le xew hestan,
lew kateda min demêk bû
melî şî’rêkî nenûstûm
le lûtkewe hatbowe û
be bê wiçan
leser befrî
peře kaẍezî berdemim
eyçirîkan!