beşkirdin

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  547 views
ême birsêtîman beş kird
bo ewey wekû yek bixoyn.
řûtuqûtîman dabeş kird
bo ewey wek yek bipoşîn.
ême xwênîşman dabeş kird
bo ewey wekû yek bimrîn.
bełam ew wextey ke tirs
abłûqey dayn
hate ser ewey birsêtîy beyn be têrî
lay genmikuj
řûtuqûtî be poşteyî lay kifin diz
xwênman be banqî merkezî.
her hendêkman biřyan pya kird.
bo yekem car yeksanîman bo yek newîst
bo yekem car wek yek nebûyn
le meyanda, wek yek nejyayn!