şayet

From the Book:
Awêne Biçkolekan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  600 views
kuştyan...
«ba» hat û «bedle»key
le ber dakend.
baran: şitî.
řûbar: birdî.
baxçe: naştî.
le małewe ke bedlekeyan hełwasî
«xem»e wirdîlekan destyan
be gîrfanekanda gêřa
gîrfanî yekem, pêy witin:
ewe pênc şeş
«timen»y emřoy xwênmijiraw
gîrfanî duwem, pêy witin:
ewe qulê
cigerey qamîşî kurdî.
gîrfanî sêyem, qîjandî û
witî: eweyş
dwa wêney petî sêdare û
milî «qazîPerson»!